Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 696ê di 24ê Kanûna Pêşiyê de hat weşandin.
Biryara “girtî dema ji girtîgehan bêne derêxistin dê cilikên îdareya girtîgehê dayîn ku wek hev in li xwe bikin” li Rojnameya Fermî hat weşandin. 12 BAROyan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe diyar kir.
Baroyên; Semsûr, Agirî, Êlih, Colemêrg, Çewlig, Amed, Dêrsim, Qers, Mûş, Rûha, Şirnex û Wanê daxuyaniyeka hevpar da. BAROyan diyar kir:
“Wekhevkirina cilikên girtiyan li dijî rûmeta mirovan e.
“Ji aliyê dî ve ew girtîyên ku hê têne dadkirin û biryar li ser wan nehatiye dayin heke ew cilikên wekhev li xwe bikin ev yek dê li dijî mehsûmiyeta ji pêşiya biryarê be.
“Destûrdayina wan kesên nefermî yên di 15ê Tîrmehê de di dema hewildana derbekirinê de çek bi kar hînane, rengekê efûkirinê. Ev yek di dewletên hiqûqî de nayên qebûlkirin.”
Di KHKya 696ê de çi hebû?
Di çarçoveya Rewşa Awarteyê de Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya hejmar 695 û 696ê hat ragihandin.Her du KHK di Rojnameya Fermî de hatin îlankirin û li gorî van her du KHKyan 2 hezar û 756 kes ji kar hatin derxistin.
2 jê rojname 17 sazî hatin girtin
Di çarçoveya KHKya hejmar 695ê 7 jê komele, 7 jê weqf bi giştî 17 sazî hatin girtin. Dîsa di heman çarçoveyê de weqfeke ku berê hatibû girtin vebe. Mafê 6 xwendekarên ku li derveyî welêt dixwînin ji wan hat standin.
Saziyên ku hatin girtin wiha ne:
Komeleya Xaniman a Yakamozê ya Alîagayê (Îzmîr), Federasyonê Xebatkarên Teknîkê a Anatolyaya Rojavayê (Îzmîr), Komeleya Akademiya Perwerdeyê ya Kapadokyayê (Nevşehîr), Komeleya Kluba Spor û Ciwanan a Fatîhê (Karabuk), Komeleya Parastin û Danjiyanê ya Malên Hezkirinê ya Guleçê (Karabuk), Komeleya Xwendekarên Navdewletî ya Mereşê, Navenda Perwerde û Pêşxistina Ciwanên Sûriyeyî (Dîlok), Weqfa Xizmetê ya Burhanettîn Hayrayî (Îzmîr), Weqfa Çandê û Perwerdeyê ya Hadimî (Îzmîr), Weqfa Jîngeh, Tenduristî û Perwerdeyê ya Tirkan (Kocaelî), Weqfa Perwerdeyê ya Turgûrtûyê (Manîsa), Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Haci Paşalar (Aydin), Weqfa Edalet û Hiqûqê ya Navdewletî (Enqere), Weqfa Çand, Perwerde ya Yusuf Cevat Başçi (Îzmîr), Rojnameya Akdenîzê (Isparta), Rojnameya Çinaralti (Isparta), Navenda Dil a Taybet a Îskenderûnê (Hatay).
Weqfa Karmendên Ciwan a Tirkan ku berê hatibû girtin, hat vekirin. Dîsa 115 kesên ku berê ji kar hatibûn derxistin, vegeriyan ser karên xwe.
105 akademisyen ji kar hat derxistin
105 akademisyen ji zanîngehan hatin derxistin. Her wiha 329 dersdêr jî ji kar hatine derxistin.
Payeya 22 sûbayan ji wan hatin standin
Payeya 22 sûbayan ji wan hatin standin ku di encama KHKyan ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkan ên fermî ve hatine teqawidkirin, bi xwe teqawid bûne, ji wezîfeya xwe hatine derxistin yan jî ji ber sebebeke din ji wezîfeyê hatine derxistin.
Li gorî KHKya nû kesên sivîl heke beşdarî çewisandina hewldana darbeyê ya 15yê Tirmehê ya 2016yê û çewisandina çalakiyên terorê yên berdewama vê darbeyê bûbin wê neyên darizandin û neyêne cezakirin. (AS/MB)