Îsal 70em salvegera qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e. Danezan 10ê Çiriya Pêşiyê (Berfanbar) ya 1948ê hatiye qebûlkirin. Di nava demê de li vî metnî hin xalên nû hatiye zêdekirin.
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ev metin ji bo kurdiya kurmancî û soranî wergerandiye û li gel fransizî, ingilîzî, erebî û tirkî, sala 1992yê çap kiriye.
Bi minasebeta 70em salvegera qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, em metnê bi kurmancî (li gorî şeklê ku Enstîtuyê amade kiriye) diweşînin.
Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan roja 1O.12.1948 li Parîse, li Qesra Chaillot hatiye îlan kirin. Di şerê cihanê yê dijî rejîma Hitler û hevalbendên wî qasî şest milyon mirov hatibûn kuştin, piraniya welatên Ewropî xesarinê mezin dîtibûn, wêran bûbûn. Ji bo ku careke din barbarî û hovîtiyeke wilo neqewime, pêwistiya avakirina cihaneke nû li ser bingehên azadî û riayeta mafên mirovan, wekheviya dewletan û helkirina dipti û gelşeyên navbera wan bi riya diyalog û gotûbejê xwe nîşan dida. Di hezîrana 1945ê de li Konferansa San Fransiscoyê, nemînendeyên 51 dewletan Teşkilata Neteweyên Yekbûyî danîn ji bo “Parastina neslên nû ji belaya şerê ku di jiyana mirovekî de du caran kulên ku nayên gotin anî serê mirovahiye”.
Berpirsiyariya parastina aşîtî û pêşî li şerekî cihanî yê nû girtin bi giranî hate spartin koalisyona sê dewletên ku di şer de serketibûn (Dewletên Yekbûyî yên Amerika, Britanya Mezin û Yekîtiya Sovyetî) û Fransa û Çîn. Ji vê avahiyê re bingeheke manewî ya ku gelên ji ol û çandên cihê dikaribin qebûl bikin û lê xwedî derkevin diviya. Komeke pisporên ji çend dewletên cihê, li jêr serekiya zaneyê fransiz Rene CASSIN û pispora amerîkanî Eleonore ROOSEVELT, li ser vê pirsê xebitî û metnê Danezanê amade kir. Di amadekirina wê de piraniya axaftin û minaqeşeyan li ser peywendiyên navbera mafên siyasî û mafên sosyal bûn. Welatên sosyalîst digotin ku mafên siyasî (serbestiya bîr û bawerî, ya civîn û komeledanîn, ya çûnûhatinê, hwd...) mafên teşeyî û şeklî ne, kesê ku karê wî, mala wî, serweta wî tune be, ji paşeroja xwe ewle nebe nikare van mafan bi kar bîne, loma berî hemû divê ku mafê kar, tenduristî (sihet) û xwendin bên ewlekirin.
Ji bo welatên Rojava amanca mafan parastina mirov e li hemberî destelat (otorite) û kirinên kêfî yên dewletê; gava ku serbestiyên bingehiyên mirovekî li hemberî dewletê hatin ewle û garantikirin edî lêgerîna bextewarî û jiyaneke baştir berpirsiyariya wî kesî ye, ne ya dewlet an civakê ye. Lihevanîna van her du dîtinan dijwar bû; di dawiyê de bi piraniya dengên pisporan metneke ji 30 bendan pekhatî ji Civîna Gelemperî ya NetEw êyên Yekbûyî re hate pêşneyarkirin û Civîn vî metnî bi piraniya dengan qebûl û îlan kir. Yekîtiya Sovyetî deng neda.
Piştî vê Danezana, Netewyên Yekbûyî hin peyman û konvansiyonên din jî li ser parastina mafên aborî, çandî, civakî yên mirov, li dijî nijadperestî û ji bo parastina mafên hindikahiyan qebûl kirine. Lê Danezan timî wekî serkanî û bingeh maye û li her aliyên cihana kesên ji ol û bawerî, ji nijad û rengên cihê, en ku li dijî zulm û zordestiye rabûne, ji vê bûne hatine êşandin, şkence dîtine, doza bicihanîna hukmên Danezana gerdûnî kirine, ji ber ku hukmên wê, di hiqûqa navneteweyî de, serdestî qanûnen her dewletî ne.
DÎBAÇE
Herwekî nasîna weqara ku bi hemû endamên malbata mirovî re heye û mafên wan ên wekhev û sabit bingehê azadî, dad û aşitiya cihanê pêk tîne,
Herwekî nenasîn û piçûkdîtina mafên mirov rê dan kirinên barbar ku wijdana mirovahiyê didin isyanê û avakirina cihaneke ku tê de ew ê heyinên mirovî di peyivîn û bawerkirinê de serbest bin, ji xof û belengaziyê rizgar bin wek xweziya bilindtirîn a mirov hate îlankirin,
Herwekî bingehî ye ku mafên mirov ji alî rejîmeke hiqûqî ve ben parastin ji bo ku mirov mecbur nemîne, wek cara dawîn, li dijî zorkarî û zulmê rabe,
Herwekî teşwîqa pêşvebirina peywendiyên dostaniyê di navbera netEw êyan de bingehî ye,
Herwekî gelên Neteweyên Yekbûyî di Destûrê de ji nû ve baweriya xwe ya bi mafên bingehî yên mirov, di nav weqar û rûmeta kesê mirovî de û di wekheviya mafên mêr û jinan de, danezanîn û diyar kirine ku ew biryardar in ku arîkarî bidin pêşveçûna civakî û bicihkirina mecalên çêtir ên jiyanê di nav serbestiyeke mestir de,
Herwekî dewletên endam qewl dane, ku bi hevkariya Teşkilata NetEw êyên Yekbûyî, riayeta gerdûnî û fiîlî ya mafên mirovî û azadiyên bingehî ewle bikin,
Herwekî tegihiştineke hevbeş a van maf û azadiyan ji bo bi temamî bicîhanîna vê teahudê ji giringiya bilindtirîn e,
Civîna Gelemperî ve Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan;
Wekî îdeala hevbeş a ku hemû gel û hemû netewê dixwazin bighêne ji bo ku hemû kes û hemû organên civake, ev Danezan timî di bîr de, bi hînkirin û hêvotinê bixebitin ku riayeta van maf û azadiyan pêşve bibin û bi tedbîrên berebereyî yên netEw êyî û navnetEw êyî, nasîn û bicihanîna gerdûnî û fiîlî yên wan him di nav gelen dewletên endam bi xwe him di nav yên erdên ku li jêr hukmê wan de ne ewle bikin.
Bend 1
Hemû mirov azad û di weqar û mafan de wekhev tên dinyayê.
Ew xwedî hiş û şuûr in û divê li hember hev bi zihniyeteke bratiye bilivin.
Bend 2
1. Heryek, bê tu ciheyî, nemaze ya nijad, reng, zayênd (cisn), ziman, ol, ramana siyasî an her ramana din, eslê netEw êyî an civakî, serwet, zayîn an her rewşeke din, xwediye hemû maf û hemû azadiyên ku di ve Danezanê de hatine daxuyankirî ye.
2. Bi serde, ew ê tu ciheyî neyê kirin ji ber statuya siyasî, hiqûqî an navneteweyî ya welat an erdê ku kesêk jê te, heke ev welat an erd
serbixwe, li jêr dest, ne xweser (otonom) an li jêr her tahdîda din a serweriyê be an na.
Bend 3
Herkes xwedî mafê jiyan, azadî û ewleyiya şexsê xwe ye.
Bend 4
Ew ê tukes di koletî an bindestiyê de neyê girtin; koletî û bazirganiya koleyan bi hemû teşeyên xwe ve qedexe ne.
Bend 5
Ew ê tukes nebe tabie şkence an ceza û muameleyên hov, namirovî an xirabker.
Bend 6
Herkes xwediyê mafê nasîna li hemû riyan a şexsiyeta xwe ya hiqûyî ye.
Bend 7
Hemû mirov li ber qanûnan wekhev in û bê ciheyî xwediyê mafê parastineke wekhev a qanûn in. Hemû mirov li hemberî her cihetiya ku ve Danezanê ihlal dike û li hemberî her navtêdana cihetiyeke wilo xwediyê mafê parastineke wekhev in.
Bend 8
Herkes maf heye ku li hemberî kirinên ku mafên bingehî yên ku qanûna bingehî an qanûn jê rê dinasin ihlal dikin, serî li mehkemeyên neteweyî yên selahiyetdar bixe.
Bend 9
Tukes nikare bi awayekî kêfi bê girtin, hebs an sirgûn kirin.
Bend 10
Herkes, di wekheviyeke temamî de, maf heye ku doza wî li ber mehkemeyeke serbixwe û bê alî bi awayekî adil û eşkere bê bihîstin ji bo diyarkirina maf û wacibên wî û ya her tawana curmî li dijî wî.
Bend 11
1. Her kesê ku bi kirineke curmî tê tawanbarkirin berî tê hesibîn ta ku sûce wî di mehkemeyek eşkere, ku hemû garantiyên ji bo parastina wî pewist ewle kiribe, bi awayekî qanûnî were îsbatkirin.
2. Tukes nayê cezakirin ji ber kirin an nekirinên ku di gava pekhatina xwe de li gora qanûna neteyî an navnetewêyî ne sûc bûne.
Bend 12
Nabe ku tukes bibe amanca têkilbûnên kêfi yên nav jiyana wî ya arizî, malbata wî, mala wî an nameyân wî, an ziyangihandina şeref û şana wî. Herkes xwediyê mafê parastina qanûn e li hemberî têkilbûn û ziyangihanên wilo.
Bend 13
1. Mafê her kesî heye ku di nav tixûbên dewletekê de bi serbestî hatûçûnê bike û cihê mayîna xwe bibijêre.
2. Herkes maf heye ku ji her welatî, yê wî bi xwe jî tê de, derkeve û vegere welatê xwe.
Bend 14
1. Herkes maf heye ji ber zordestiyâ li welatên din daxwaza penahê bike û bibe penaber.
2. Ev maf nikare bê xwastin ji bo taqîbatên bi rastî ji ber sûceke adî an ji ber kirinên dijî amanc û bingehân Neteweyên Yekbûyî.
Bend 15
1. Herkes maf heye bibe xwediyê netewahiyekê (miliyetekê).
2. Tukes nikare bi awayekî kêfi ne ji netewahiya xwe ne jî ji mafê netewahî guhartinê bête bêpar kirin.
Bend 16
1. Ji temenê (emrê) balixiyê pê ve, mêr û jin, bê tu tahdîdên ji ber nijad, netewahî an olê, maf hene ku hev mehr bikin û malbatek deynin. Li hemberî zewacê, di domahiye zewacê û di dema berdanê de ew xwedî mafên wekhev in.
2. Mehr tenê bi erêkirina serbest û temamî ya jin û mêr dikare bête birrîn.
3. Malbat hêmana xwezayî û bingehî ya civakê ye û xwedî maf ê ku ji alî civak û dewletê ve bête parastin.
Bend 17
1. Herkes maf heye ku bi serê xwe an tevî kesên din bibe xwedî mulk.
2. Tukes nikare bi awayekî kêfi ji mulkê xwe bête bêparkirin.
Bend 18
Herkes mafê azadiya fikr, wijdan û olî heye; azadiya ol an bawerî guhartin û azadiya ol û baweriya xwe bi tenê an bi hev re him eşkere him arizî, bi hînkirin, emel, îbadet û bicihanîna ayînan nîşandanê jî di nav vî mafî de ne.
Bend 19
Herkes mafê azadiya fikr û îfade heye; mafê ji ber ramanên xwe nehatin êşandin û herweha mafê beî nasîna tu sînoran û bi her cure navgînan li agahdariyan û fikran gerin, wan bi destxistin û îfade û belavkirin dikevin nav vî mafî.
Bend 20
1. Herkes mafê azadiya ramanê civîn û komelê danînê heye.
2. Tukes nikare bête mecburkirin ku bibe endamê komeleyekê.
Bend 21
1. Mafê her kesî heye ku rasterast an jî bi riya nemînendeyên xwe yên bi serbesti helbijartî di hukûmeta welate xwe de beşdar bibe.
2. Herkes maf heye ku di mercên wekheviyê de ji xizmetên giştî yên welatê xwe kelk (istifade) bigire.
3. Viyana (îradeya) gel bingehê otorîteya hukumetê ye; divê ku ev viyan xwe di helbijartinên durust ên ku di demên dewrî de, bi raya gerdûnî, wekhev û dengdana dizî an li gora awayeke hevrûmet a ku azadiya dengdanê ewle bike, xwe diyar ke.
Bend 22
Herkes, wekî endama civakî, mafê ewleyiya sosyal heye; Ew mafdar e ku bi riya xebata neteweyî û hevkariya navneteweyî û li gora tenzîm û hatiniyên her dewletê, doza bidestxistina mafên aborî, civakî û çandî yên ku jo bo weqara wî û geşbûna serbest a şexsiyeta wî ferz in, bike.
Bend 23
1. Herkes mafê xebatê, serbest bijartina xebata xwe, şertên adil û musaîd ên xebatê û parastina li dijî bêkariyê heye.
2. Herkes, beî tu cihêyî, maf heye ku ji bo xebateke wekhev heqek wekhev bistîne.
3. Herkesê ku dixebite mafê meaşek adil û têrker e ku dikaribe ji wî û ji malbata wî re jiyaneke şayane weqara mirovî ewle bike û heke pewîst be bi îmkanen din ên parastina sosyal bê temam kirin, heye.
4. Herkes maf heye ku ji bo parastina menfaetên xwe sendika deyne û bikeve nav sendikan.
Bend 24
Herkes mafê bihndan (istirahet) û demên serbest û nemaze tahdîdeke maqûl a dema xebatê û tatîlen dewrî yên bi meaş heye.
Bend 25
1 . Herkes mafê sewiyeke jiyanê ku têra ewlekirina saxî û rehetiya wî û ya malbata wî bike heye, nemaze ji bo xwarin, lixwekirin, mal, lênerîna tibbî, wisa jî ji bo xizmetên sosyal ên pêwîst û mafê ewleyiyâ di rewşa bêkarî, nexweşî, seqetî, bîtî, pîrî an di rewşen din ên windakirina îmkanên xwe yên jiyanê ji ber sedemen dervavî viyana wî.
2. Dâyîtî û zarotî mafên arîkarî û lênerîneke taybetî hene. Hemû zaro, çi yen di zewacê de bûyi çi yên dervayî zewace, xwediyên eynî parastineke civakî ne.
Bend 26
1. Herkes mafê hînbûne heye. Divê ku hînbûn belaş be, qet nebe hînbûna desrpekî û bingehî. Divê ku hînbûna teknik û meslekî bi firehî belav be û xwendina bilind bi wekheviyeke temamî ji hemû kesan re, li gora şehrezayiya wan, vekirî be.
2. Divê ku hînkirin geşkirina temamî ya şexsiyeta mirovî û xurtkirina siyaseta mafên mirovî û azadiyên bingehî amanc bigre. Divê ku ew arîkari bide tegihîştin, musameha û dostaniya nav hemû netewe û hemû komên nijadî an olî, wisa jî pêşveçûna çalakiyên neteweyên Yekbûyî ji bo xwedîkirina aşîriye.
3. Dê û bav xwediyê mafê peşîkî ê bijartina cureyê hînbûna zarokên xwe ne.
Bend 27
1. Herkes mafê bi serbestî beşdarbûna jiyanê çandî ya civakê, ji huneran kelkgirtinê û beşdarbûna pêşveçûna zanistî û encamên we heye.
2. Herkes mafê parastina menfaetên manewî û maddî yên ku ji ber berhema zanistî, edebî û hunerî ya ku ew bi xwe çêkerê we ye heye.
Bend 28
Mafê her kesî yê ji bo nîzameke civakî û navneteweyî ya wisan heye ku maf û azadiyên di vê Danezana de berpêşkirî bikaribin tê de bi temamî bêne cih.
Bend 29
1. Herkes erk (wezîfe) hene li hember civakê, ya ku tene te de geşbûna serbest û temamî ya şexsiyeta wî mimkin e.
2. Di bikaranîna maf û azadiyên xwe de heryek tenê bi hukmên ku qanûn tenê ji bo ewlekirina nasîn û qedrê maf û azadiyên kesên din û ji bo bicihanîna xwastiniyên rast ên exlaq, pergala giştî û refeha gelemper di civakeke demokratik de daniye, te tahdîd kirin.
3. Ev maf û azadî, di tu rewşê de, nikarin li dijî amanc û bingehên neteweyên Yekbûyî bên bi kar anîn.
Bend 30
Tu hukmekî ve Danezana nikare bê tefsir kirin wekî ku tu maf dide dewletekê, komekê û kesêkî ji bo kirina karekî an pêkanîna kirinekî ku rakirina maf û azadiyân ku tê de hatine berpâş kirin amanc bigre. (FD)
* Fotoğraf: Amnesty