Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) digel Artêşa Azad a Sûriyeyê(AAS) operasyona bi navê ‘’Mertalê Feradê‘’ didomîne, leşkerên TSKyê û çekdarên DAIŞê rasta hev hatin.
DAIŞê bi rokêtan êriş kiriye, sê leşker mirine çar jî birîndar bûne.
Ajanda Nûçeyan a Amakê ku ya DAIŞê ye, duhî nûçeya êrîşê weha nivîsîbû: ‘’Li başûrê Raiyê[Çobanbey] du tangên artêşa tirkan bi fûzeyên armancbîn hatine îmhakirin.’’
Serokarkaniya Leşkerî da zanîn ku êrîş li ‘’herêma Vukufê hatiye kirin.’’
Grafîk: Ajansa Anadolûyê
Hêzên hevpeyman ji asîmanan şer kir
15 roj in ku TSK û AAS operasyonê didomînin.
Serokerkaniya Leşkerî diyar kiriye ku wan bi ‘’Obûsan’’ 225 bombe li 50 cihên armanckirî dane.
Hêzên hevpeyman bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di siet 12.30ê de bombe barandin ser herêma Baragidahê.
Çavkanî: Nexşeya Zindî ya Sûriyeyê
Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) diyar kir ku TSKyê êrîşî Rojavayê kiriye.
Li gor ANFyê li gundê Eyndîwarê yê Dêrikê, gulle li tirimbêleka Yekîneyên Parastina Gel(YPG) hatiye reşandin, du YPGyî birîndar bûne. (AS/MB)