Ji bo nûçeya Tirkî
Doza nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dicleyê Meltem Oktay ku li Nisêbînê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin û Ugur Akgulê ku bêyî girtinê tê dadkirin dê sibe pêk were.
Her du nûçegihanan jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ tên dadkirin. Doza her du rojnamegeran dê sibê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk were.
Li gorî nûçeya DIHAyê yek jê veşartî 9 kesan di îfadeyên xwe de diyar kirine ku Oktay rojnameger e. Lêbelê Oktay bi ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandakirina rêxistinê’ tê sûcdarkirin. Derbarê Akgul de jî bi hinceta nûçeyên ku di hesabê xwe yê Facebook û Twitterê de parve kiriye, bi îdiaya ‘‘propagandakirina rêxistinê’ tê dadkirin.
Serokê Komaleya Mafê Mirovan (KMM) a Şaxa Mêrdînê Parêzer Erdal Kuzu ragihand ku yên derbarê Oktay de îfade dane ji bo qanûna poşmantiyê feyde hilînin hin tiştên çewt anîne ziman û wiha got: ‘Îdiayên derberê her du nûçegihana de jî bêbingeh û nerast in. Her du jî ji ber li Ajansa Nûçeyan a Dicleyê rojnamegeriyê dikin, derbarê wan de doz hatiye vekirin û hatiye vê astê. Di dosyeyê de ti tişteke dîtbarî, ti pêkanîneke sûcî nîn e.’
Çi bûbû?
Akgul û Oktay nûçegihanên DIHAyê ne. Her du jî dema ji bo şopandina nûçeyan li Nisêbînê bûn, di encama serdegirtina mala ku lê NE de ji hêla polêsan ve hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinê Meltem Oktay hatibû girtin û Ugur Akgul jî bi şerta kontrola edlî serbest hatibû berdan.
(EA/YO)