Nîgar: Ercan Altuntaş
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina HDPyiyan a di “Doza Kobaniyê” de li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Sîncanê îro dewam kiriye. Doz li 108 kesan vekiribûn ku bêhtirên wan ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) in. Ji van 28 jê girtî ne, 6 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest in û biryara zeftkirina 75 kesan heye.
Bixwîne - "Ji 7ê Hezîranê û vir ve, we bela xwe li HDPyê daye"
Bixwîne - Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser kursiya dadger rûniştine
Bixwîne - "Wê dadgehkirineke bêalî, serbixwe û adil nebe"
Ligel gelek parlamenterên HDPyê, parêzer jî li salona dadgehê bûn û gelek parêzer jî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) ji bajarên cida cida beşdarî danîşînê bûne.
Her yek ji wan 38 caran cezayê miebeta girankirî dixwazin li siyasetmedaran bibirin ku bi tohmeta çalakiyên protestoyî yên bi navê “protesyoyên Kobaniyê yên 6-8ê Çiriya Pêşiyê” tên zanîn.
“Jixwe ti daxwaza me nîne ku hûn biryareke adil bidin”
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê ji ber ku amadekariya hin dozên din dike, beşdarî dadgehkirinê nebûye. Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya berê ya HDPyê, Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê, Emine Ayna, Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Alî Urkut, Endamê RTUKê, Nazmî Gur, Endamê Komîsyona Karûbarên Derve yê HDPyê, Ayhan Bîlgen, Hevşaredarê Qersê, Gulser Yildirim, Parlamentera berê, Zeynep Olbeci, Cihan Erdal, Can Memiş û Meryem Adibelli, endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî ji girtîgehên ku lê tên girtin beşdarî danişînê bûne. Her weha Altan Tan jî ji Amedê bi rêya SEGBISê beşdar bûye.
Dîsa Sebahat Tûncel, Hevseroka Giştî ya berê ya HDP û DBPyê, Ayla Akat Ata, Berdevka berê ya KJAyê û parlamentera berê, Gunay Kubilay, Berdevkê berê yê HDPyê, Emine Beyza Ustun û Îbrahîm Bînîcî, parlamenterên berê, Alp Altinors, Endamê Lijneya Rêveber a Navendî yê HDPyê, Zekî Çelîk, Pervîn Odûncu, Ayşe Yagci, Bîrcan Yorûlmaz, Berfîn Ozgul Kose, Bulent Parmaksiz, Îsmaîl Şengul, Dîlek Yagli û Sibel Akdenîz, endamên berê yên LRNyê jî li salona dadgehê bûne.
Îro parêzeran xwestiye ku dadwer bigehuren û kesên girtî serbest bibin.
Cemîle Tûrhalli Balsak, parêzera Alp Altinors û Sebahat Tûncelê gotiye ku danişîn di 26ê Nîsanê de destpê kiriye û miwekillên wê ji bo daxwaza guhertina dadweran hincetên xwe anîne ziman.
Balsakî diyar kiriye ku heyet nikare dadgehkirineke adil bike û biryareke bêalî bide: “Jixwe ti daxwaza me nîne ku hûn biryareke adil bidin lê ji bo mafê dadgehkirina adil divê hûn hemû şert û mercên dadgehkirineke dirust bicih bînin.”
Parêzerên din ên siyasetsetmedaran jî daxwaz kirin ku heyeta dadgehê were guhertin.
Piştî parêzeran parêznameyên xwe pêşkêş kirine, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Heyetê dawxaza guhertina dadweran qebûl nekiriye. Her weha biryar daye ku siyasetmedar neyên berdan û biryara kontrola edlî dewam bike. Dadgehkirin wê 14ê Hezîrana 2021an dewam bike.
Doza KobaniyêSerdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn. Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû. Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze. Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû. Siyasetmedar hatine tohmetkirin108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne: Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin. Kesên tên dadgehkirinFigen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar. |
(AS/FD)