Fotoğraf: csgorselarsiv/Emre Orman
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê di doza kuştina Esra Hankûlûyê de biryara xwe daye û Umîtcan Uygûn bi 10 sal cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Dadgehkirin li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatiye. Bersûcê girtî Û. û parêzerên aliya beşdarî danişînê bûne lê bersûcên din Dîlan Cîvelek û Fûrkan Gurgîl beşdar nebûne.
Serokê heyeta dadgehê gotiye ku dozger nêrîna xwe ya beriya niha aşkere kiriye, dubare car pêşkêş kiriye û ew ê li aliyan guhdar bike.
"Min sûc nekiriye"
Bersûc Û. diyar kiriye ku ew gotinên xwe yên berê dubare dike û îdia kiriye ku wî ti kes nekuştiye. Û. di dewama axavtina xwe de gotiye: "Rastî zû yan jî dereng wê derkeve holê. Min sûc nekiriye."
Parêzerê bersûcî jî îdia kiriye ku bêyî lêkolîna dîmenên cihê bûyerê were kirin, dozgerî nêrîna xwe aşkere kiriye û ji ber vê jî nabe Û. bi bilindtirîn cezayî bê cezakirin.
Parêzerên Cîvelek û Gurgîlî wî gotine ku miwekilên wan ne sûcdar in û divê beraet bikin.
Piştî axavtinên aliyan, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Heyetê ji ber ku "di encamê de bi giranî birîndar bûye" Û. bi 10 sal cezayê girtîgehê ceza kiriye û biryar daye ku ew girtî bimîne.
Fûrkan Gurgîl û Dîlan Cîveleka ku bi tohmeta di dema bûyerê de "delîlên sûckririnê reş kirine" dihatin dadgehkirin, piştî heyetê biryar daye cezayê wan kêm bike, her yek ji wan bi meh û 6 rojan bi cezayê girtîgehê bên cezakirin. Her weha biryar daye ku aşkerekirina cezayê wan taloq bibe.
Çi bûbû?
Li gorî îdianameya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, tîmên polîsan di 3yê Tebaxa 2021ê de çûne mala li taxa Akdereyê ya li navçeya Mamakê û li vir dîtine ku Esra Hankûlûya 25 salî miriye.
Ji ber vê meselê Umîtcan Û. Fûrkan Gurgîl û Dîlan Cîveleka ku şeva bûyerê bi Hankûlûyê li heman malê bûn, hatibûn desteserkirin.
Dozgerî bi tohmeta ku "keseke/î nikare xwe biparêze bi zanebûn kuştiye" dixwest cezayê muebeta girankirî li Û.yî, ji ber "reşkirina delîlên sûckirinê" jî dixwest Gurgûl û Cîvelek her yek ji wan bi 5 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin. (EMK/FD)