Fotograf: AA
Veysî Ermîş, hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji ber ku di strana wî de peyva “Kurdistan”ê derbas bûye, bi sal û 6 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.
Ermîş hin stran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatiye vekirin. Veysî Ermîş, li 27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê tevlî parêzerê xwe Îrfan Arasanî beşdarî danişînê bûye.
Pirsa Newrozê lê kirine
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, heyeta dadgehê piştî diyarkirina nasnameya Ermîşî dest bi dadgehkirinê kiriye. Serokê heyetê ji Ermîşî pirsiye ku bê ka wî bi xwe ew tişt li ser medyaya civakî weşandine yan na. Ermîşî gotiye ku wî ew ne weşandine û ti têkiliya wî bi ti rêxistinan re nîne.
Serokê heyetê her weha jê pirsiye bê ka beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûye yan na û “Fermandar Egît”ê ku di stranekê de behsa wî hatiye kirin, kî ye. Ermîşî gotiye, Ew beşdarî Newrozê bûye û ev jî ne sûc e. Di berdewamiyê de diyar kiriye ku ew ji ber al û posterên li qada Newrozê hatine vekirin, tê dadgehkirin.
“Kurdistan her hebû”
Paşê dozgerî nêrîna xwe diyar kiriye û xwestiye ku Ermîş were cezakirin.
Parêzerê Ermîşî, Îrfan Arasanî gotiye ku ew tohmetan qebûl nakin û Kurdistan hezar salin heye:
“Bi hezarên salan e ku Kurdistan heye. Beriya PKKyê jî dihate gotin. Ne sûc e.”
Piştî navbera 5 deqîqeyan serokê heyetê biryara xwe daye û gotiye ku ji ber “propagandaya rêxistinê kiriye” Ermîş bi sal û 6 meh û 20 roj cezayê girtîgehê ceza kirine.
Serokê heyetê: Em te efû dikin
Serokê heyetê dema biryar aşkere kir wiha axiviîye:
“Ji ber sicîla te paqij e em ê te ji bo carekê efû bikin. Dema em dibêjin efû dikin, yanî em ceza taloq dikin. Dikare stranên bi kurdî bibêje, amenna. Lê tu bibêjî gerîla, tu pesnê PKKyê didî. Bila haya te jê hebe, baş e? Ha stranan bibêje, kurdî ne qedexe ye. Heta kanaleke bi navê TRT ŞEŞ heye. Em di nava sînorîn Tirkiyeyê de Gerîla, Kurdistanê qebûl nakin. Tu dikarî li wî cihê Iraqê bibêjî. Tu nikarî di nava sînorên Misaki Milli de bike. Dê tu dikarî biçî.” (FD)