Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Aslîye-Cezayê ya 2. a Stenbolê ji ber “heqareta li serokkomarî” du rojnamegerên li rojnameya Evrenselê kar dikin yên bi navê Arif Coşar û Vural Nasuhbeyoglu ceza kirine. Li gor biryarê her rojnamegerek dê 7 hezar TLyan(Lîreyên Tirkan) bide.
Biaxwîne - Rapora Çavdêriya Li Medyayê/Nîsan-Gulan Hezîran
Li gor nûçeya Cansu Pîşkînê ya li rojnameya Evrenselê hatî weşandin herdu rojnameger beştarî dadkirinê nebûne. Parêzerên wan Devrim Avcı û Mustafa Söğütlüyî parastina wan a hiqûqî kiriye.
6ê Kanûna Pêşiyê, dadkirina rojnamegeran dê dewam bike.
Heqareta li serokkomarî: 16 bersûc; 6 gumanbar
Li gor Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya Nîsan-Gulan Hezîran ya BIAyê di sê mehên dawiyê de 16 rojnameger ji ber fikir û rexneyên li serokkomarê Recep Tayyîp Erdoganî kirîn hatine dadkirin. Dozgerî ji bo wan rojnamegeran 74 sal û 8 meh cezayê girtinê dixwazin. Bêsûciya du rojnamegeran hatiye eşkerekirin(Ahmet Altan û Faruk Arhan) ji bo du rojnamegeran(Kamil Tekin Sürek û Ahmet Altan) dozeka nû hatiye vekirin. Bi xala 299. a TCKyê lêpirsîn ji bo şeş rojnamegeran(Selma Erdal, Alican Uludağ, Ahmet Şık, Fatih Polat, Kutlu Esendemir û Levent Gültekin) hatiye vekirin. Di sê mehên dawiyê de 22 rojnameger ji ber heqareta li Erdoganî bûne bersûc.
Cezayê pereyî
Par di heman dewrê de 18 rojnameger bi sûcê “heqareta li serokkomaran” hatibûn dadkirin. Dozgeran ji bo wan 90 sal cezayê girtinê xwestibû. Neh rojnamegeran li ser hev 4 sal, 5 meh û 20 roj cezayê girtinê û 84 hezar Lîreyên Tirkan(TL) cezayê pereyî standiye.
Di heman dewra sala 2017ê de bi xala 299. 17 rojnameger û qunciknivîskaran ceza standiye. Wan 8 sal 4 meh û 10 roj cezayê girtinê(4 sal 10 meh û 10 roj hat paşdedan) û 136 hezar û 500 TL cezayê pereyî standiye.
Çar rojnamegeran beraet kiriye. Dozek ji ber derbasbûna dema dadkirinê betal bûye.
Recep Tayyîp Erdogan Tebaxa 2014ê bû serokkomar. Ji wê demê heta niho xala 299. a TCKyê we kiriye ku 42 rojnameger mehkûm bibin.(AS/MB)