Fotograf: Şêrwan Şerwanî / Medyaya Civakî
Dadgeha Cezayan a Hewlêrê 4 sal cezayê din ê girtîgehê li rojnamegerê girtî Şêrwan Şêrwaniyî biriye.
Bi tohmeta ku “Li şûna hevalên xwe dokuman îmze kiriye”, Şêrwanî di 13yê Tîrmehê de derketibû dadgehê. Dadgehê biryar kiribû ku dadgehkirin 20ê Tîrmehê dewam bike. Duh Dadgeha Cezayan a Hewlêrê piştî zêdetirî ji sê seatan ê dadgehkirinê, bi tometa ‘sextekarî kiriye’, 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî biriye.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Parêzerê Girtiyên Behdînanê Remezan Hertîziyî diyar kiriye ku “Biryara dadgehê di bin zexta kesan û aliyek yê siyasî de hatiye dayîn."
Diviya bû ku 9ê Îlonê tehliye bibe
Şêrwani ji Çiriya Pêşiyê ya 2020an û vir ve girtî ye û piştî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyî cezayê wî kêm kiribû, çav li rê bû ku di 9ê Îlona 2023yan de tehliye bibe.
Parêzer Hertîziyî têkildarî biryara dadgehê daxuyaniyek daye çapemeniyê; “Dadgeha Hewlêrê li gorî madeyên 295 û 298an, bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Emîn birî, ku ev yek jî nebûna serweriya yasa û dadgehên Herêma Kurdistanê nîşan dide.”
Hertîziyî ji Komîtiya Parastina Rojnamegeran (CPJ) re gotiye ku, di Tebaxa 2022yan de çend girtiyan daxwaznameyek pêşkêşî rêvebiriya girtîgehê kiriye û Şêrwanî bi tohmeta ku li şûna hevalê xwe yê din, rojnamegerê girtî Guhdar Zebariyî daxwazname îmze kiriye, dihate dadgehkirin. Parêzerî diyar kiriye ku Zebarî wê gavê di hicreyê de dihate girtin û destûr daye ku Şêrwanî li şûna wî daxwaznameyê îmze bike.
Di nûçeya Rojnewsê de hatiye diyarkirin ku Hertîziyî diyar gotiye, ger bi vî awayî yasa û zagon serwer nebin, dê Herêma Kurdistaê ber bi wêranbûnê ve biçe: “Ji ber ku tu giliyê hevalên wî li ser wî nebûn. Lê dadgehê 4 sal cezayê girtîgehê lê birî, ji ber wê jî dadgehê bi zexta partiyeke siyasî ev biryar da.”
Parêzerê Şêrwaniyî li dijî vê biryara dadgehê wê serî li dadgeha bilind bide.
Hevalên Şêrwaniyî çalakiyek li dar xistiye
Piştî biryara dadgehê, heval, dost û xizmên Şerwan Şêrwaniyî derketine derve û biryar protesto kiriye.
Yek ji hevalên Şêrwan Şêrwaniyî rojnameger Omêd Berojkî li vir axiviye û têkildarî 4 sal cezayê ku li Şêrwan Şêrwaniyî hatiye birîn gotiye; “Dadgehê 4 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî ne biriye, ev biryar biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzaniyî ye. Bi fikir û hişmendiya leşkerî û îstîxbaratî welat nayên birêvebirin. Lewra ev biryar li dijî dengê nerazî yê Behdînanê hat dayîn. Pêwîst e em li dijî vê biryarê rawestîn û helwest nîşan bidîn.”
Beroşkî hatiye desteserkirin
Piştî vê daxuyaniyê, Omêd Berojkî li Dihokê hatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, hêzên asayîşê yên bi ser Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi ser mala Berojkiyî de girtiye û ew desteser kiriye.
????ئومێد بەڕۆشکی: ئەو بڕیارەی لە دادگا درا بڕیاری دادگا نەبوو بەڵکوو بڕیاری مەسرور بارزانی بو
— aryentv (@aryentv1) July 20, 2023
????ئومێد بەرۆشکی دژی سەپاندنی ٤ ساڵ زیندانی بەسەر شێروان شێروانی قسەدەکات
@aryentvnews pic.twitter.com/9DyAdWlWbU
CPJ: Rayedarên kurd ên iraqî li dijî rojnamegeran bêrehm in
Koordînatorê Bernameya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ê CPJyê Sherif Mansourî derbarê mijarê de ji Washingtonê daxuyaniyek weşandiye. Mansourî ji rayedarên Herêma Kurdistanê xwestiye ku hemû tawanên li rojnameger Şêrwanî tên kirin betal bibin û demildest wî serbest bikin: “Bi biryara dawî ya dirêjkirina dema girtîtiyê ya ji bo çar salan a Şêrwaniyî, ji hemû cîhanê re nîşan dide ku rayedarên kurd ên iraqî dikarin li dijî rojnamegeran çiqas bêrehm bin û di vê de bibiryar bin.”
CPJyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku wan derbarê mijarê de e-maîlek ji Wezareta Dadê ya Herêma Kurdistanê re şandiye lê hîna ti bersiv nehatiye. Her weha wan gelek caran telefonî Girtîgeha Hewlêrê kiriye lê ti kesî bersiv nedaye.
CPTyê bertek nîşan daye
Tîma Avakirina Aştiya Civakî (CTP Kurdistana Iraqê) jî daxuyaniyek daye û bertek nîşan daye. CPTyê diyar kiriye ku ew ji ber midaxeleyên siyasî yên li sîstema darazê ya Herêma Kurdistanê bifikar in.
Li gorî rapora Ofîsa Geşepêdanê ya Brîtanyayê di 2022yan de bi navê “Mafên Mirovan û Demokrasî - 2022” rewşa mafên mirovan a li Herêma Kurdistanê “metirsîdar e.”
Heman raporê bal kişandibû li ser rewşa azadiya medyayê û xweîfadekirinê.
Koordînatoriya Berevaniyê ya Navnetewî ya Herêma Kurdistanê bersiv dabû ji bo vê raporê û îdia kiribû ku ew mafê azadiya rojnamegeran bin pê nakin.
Çi bûbû?
Di 16ê Sibata 2021ê de Dadgeha Cezayan li Hewlêrê rojnameger Şêrwan Amîn Şêrwanî û Guhdar Zebariyî jî di nav de 6 sal cezayê girtîgehê li 5 kesan birî bû.
Dadgehê bi tohmeta Beşa 1em a Qanûna 21ê ya Qanûna Cezayan a Iraqê ya sala 2003yan binpê kirine ango “beşdarî wan çalakiyan bûne ku yekîtî, hevgirtin û serxwebûna welêt lawaz kirine”, ceza girtine.
Hêzên asayişê yên Herêma Kurdistanê Şêrwanî û Zebarî di Çiriya Pêşiyê ya 2020an de desteser kiribûn û girtibûn.
Li gorî nûçeya NRT TVyê, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 10ê Sibatê daxuyaniyek dabû û rojnameger û çalakvanên medenî yên di sala 2020an de li Duhok û Hewlêrê hatibûn desteserkirin, bi sîxuriyê tohmet kiribû.
NRTyê di nûçeyeke din de ragihandiye, Rojnamegerên Sînornenas (RSF) roja duşemê (15ê Sibatê) daxuyaniyek weşandibû û ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwestibû ku tohmetan betal bike.
Rojnewsê duh ragihandibû ku li bajarê Hewlêrê yekem rûniştina 17 dersdar, aktivîst û rojnamegerên li Herêma Behdînanê hatibûn desteserkirin, pêk hatiye. Ji vane dosya her yek Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî şandibûn Dadgeha Lêkolînê.
Duh dadgehekirina Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem, Şivan Seîd û hevalên wan bi dawî bûye. Dadgehê 6 sal bi ser 5 rojnameger û mamostayan de biribû.
Dadgeha Bilind ya Herêma Kurdistanê di 6ê Gulanê de cezayê rojnameger Guhdar Zebarî, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîmî û çalakvanên Behdînanê pesend kiribû.
Bixwîne - Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê cezayê rojnamegeran pesend kiriye
Bixwîne - CPJ: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojnameger Şerwanî û Zebariyî azad bike
(FD)