Fotograf: Meltem Akyol - Evrensel
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber tweeteke ku di dema çalakiyên Geziyê de avêtiye, Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Desteya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) dihate dadgehkirin. Dadgehê duh (16ê Sibatê) bi tohmeta ku “heqaret li Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê wê demê kiriye” cezayê pereyan daye wê.
Dadgehkirina Korûr Fîncanciyê li 42yem Dadgeha Cezayan a Asliyeyê ya Stenbolê pêk hatiye. Fîncanci û parêzera wê Merîç Eyûboglû beşdarî danişînê bûne. Fîncanciyê li dijî nêrîna dozgerî paraznameya xwe pêşkêş kiriye ku dozgerî di danişîna berê de diyar kiribû.
“Ne heqaret lê rastî heye”
Li gorî nûçeya Meltem Akyolê ku rojnameya Evrenselê weşandiye, Fincanci wiha axiviye:
“Li holê heqaret nîne, rastî heye. Lewma di 15ê Hezîrana 2013an de, dema min ev tweet weşand, li Tirkiyeyê di pêvajoya Geziyê de me heşt mirov winda kiribûn, zêdetirî 10 mirovan nema didîtin, bi hezaran mirov bi giranî birîndar bûbûn. Ez wê gavê seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) bûm. Her weha ez li wê rewîra gerok a odeyên doktoran ava kiribû, wezîfedar bûm ku li Stenbolê alîkariya dermankirina kesên pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hebûn.”
Merîç Eyuboglû, parêzera Korûr Fîncanciyê gotiye ku tweeta navborî azadiya xweîfadekirinê ye û lewma jî doza ku tê dîtin dozeke azadiya xweîfadekirinê ye. Eyuboglûyê destnîşan kiriye ku ji ber wê rewşê dadgehkirin, binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye.
Piştî pêşkêşkirina paraznameyan, heyeta dadgehê navber daye danişînê û piştî civiyane, bi tohmeta ku heqaret li Erdoganî kiriye, 7 hezar û 80 TL cezayê pereyan li Fîncanciyê biriye. (HA/FD)