Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” dadgehekê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bariş Polat, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê hatiye birîn.
Bariş Polat dema ku belavkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bûye, hatiye desteserkirin û doz lê hatiye vekirin. Rojname di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan De (KHK) hatibû girtin.
Polat li 7em Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê îro hatiye dadgehkirin. Polat bi xwe beşdarî dadgehkirinê nebûye û paraznameya xwe nivîskî pêşkêş kiriye. Polatî tohmetên li ser xwe qebûl nekiriye û gotiye ecibandinên wî yên li ser medyaya civakî bi tena xwe nabe sûc. Her weha diyar kiriye ku gotina “heval” a di dema li ser telefonê ji bo hevalên xwe gotiye, bi kurdî ye.
Heyeta dadgehê bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Polatî biriye.
Parêzer Mehmet Alagozî gotiye ew ê li hemberî biryara dadgehê serî li dadgeheke bilindtir bidin. (HA/FD)
Çavkanî: MA û Expression Interrupted