Fotograf: MA
Danişîna doza ku li Dayika Aştiyê Hayriye Turkekûla 73 salî hatiye vekirin, îro li Dadgeha 10em a Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye.
Turkekûl bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” dihat dadgehkirin.
Li gorî nûçeya MAyê, Turkekûl û parêzerê wê Mehdî Ozdemîr beşdarî dadgehkirinê bûne. Di destpêka danişînê de dozgerî nêrîna xwe ya derbarê dosyayê de pêşkêş kiriye. Dozger, daxuyaniyên çapemeniyê, xebat û çalakiyên greva birçîbûnê ku Turkekûl tev li bûne weke sûc nîşan dane. Ji ber Turkekûlê piştgiriya çalakiya gireva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê ya di sala 2019an de pêk anîbû kiriye û endamtiya wê ya Komeleya Jinan a Rosayê weke nîşaneyen “endamtiya rêxistinê” diyar kiriye.
Parêzer Mehdî Ozdemîr, gotiye ku muwekîla wê Turkekûl bêsûc e û daxwaza beraeta wê kiriye. Turkekûl jî parastina xwe ya beriya niha dubare kiriye û daxwaza beraeta xwe kiriye.
Heyeta dadgehê li gorî nêrîna dozgerî tevgeriyaye û Turkekûl bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye. (FD)