Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşiyê ya 2014ê ku ji bo Kobanîyê xwenîşandan hatibûn kirin doz li hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaşî hat vekirin.
Di bûyerekê de Yasîn Borû û hevalê wî hatibûn kuştin.
Dadgeha Cezayên Giran a 19. ya Enqereyê ji Dadgeha Ceyan Giran a Enqereyê ya 2. bû cara sêyem ku xwest herdu doz bêne yekkirin.
Dadgeha Ceyan Giran a Enqereyê ya 2. da zanîn “heke eşkere bibe ku bersûcî sûc kiriye jî ne mijarek e ku bi dosyeya [dozê] ve eleqedar be.”
Meral Daniş Beştaş: Ti têkiliya me bi kuştinan ve nîne
Parlamentera Edeneyê ya HDPyê, Meral Daniş Beştaşê ji bianetê re gotibû:
“Ti têkiliya me bi mirin û kuştinan ve nîne.Weke sîyasetmedarên dî ji ber çalakiyên demokratîk doz li Demîrtaşî jî hatiye vekirin. Yekkirina van dozan rê dide mûdaxele li pileyên bilind ên siyasetê bê kirin.
“Li gor Makeqanûnê çênabe ku ev dosye bêne yekkirin. Bi şexsê Demîrtaşî ev tehdîdeka li hemî sîyasetmedaran e.”(AS/MB)