Ji bo nûçeya Tirkî / English bitikîne
Nûçegihanê girtî yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DIHA), Nedîm Tûrfent bi tometa “endambûna rêxistinê1 û “propagandaya ji bo rêxistinê” tê dadkirin.
Nûçegihanê ajansa hatî girtin(DIHA) di girtîgehê de ye.
Bitikîne – Dadkirina rojnamegeran
Rûniştina duyem a Nedîm Turfentî 6 sietan dereng dest pê kir ji ber wê parêzerên Tûrfentî ew neparastin û ji salonê derketin.
Li gor nûçeya dihaberê ji bo dadkirinê 11 şahid axivîn. Yek ji şahidên bi navê Devran Bahadir gotiye ew Tûrfentî nas nake.
Bitikîne - Doza rojnameger Turfentî destpê dike
Rûniştina sêyem a dadkirina Tûrfentî dê di 1 Çiriya Paşiyê ya 2017ê de bê kirin.
13 meh in girtî ye
Di 12ê Gulana 2016ê de wesiyate ku Nedîm Turfent têde bû, li ketina Wanê hat sekinandin û ew hate desteserkirin. Turfent di 13ê Gulanê de piştî îfadeya xwe ya Dozgeriya Geverê, ji hêla dadgehê ve bi îdiaya ku "endamê rêxistinê" ye hat girtin.
Di vê navberê de li ser hin hesabên medyaya civakî, parvekirinên ku gef li Turfentî dixwarin hatin belavkirin.
(EA/MB)