Dilruba Y.yê ji bo sansura Instagramê li Îzmîrê ji hevpeyvîneke li kolanê ya kanaleke YouTube re nêrîna xwe anîbû ziman û pişt re ji ber vê hatibû girtin. Derbarê Dilruba Y.yê de îdianame hat amadekirin.
Li gorî agahiyên ku parêzerê wê Huseyîn Yildiz dane, dozgeriyê Dilruba Y. bi îdiaya ku “Kîn û dijminahî xistiye nava gel û piçûk xistiye(TCK 216)” sûcdar kiriye û ji salekê heta sê salan cezayê girtîgehê xwest.
Yildiz bertek nîşanî girtina Dilruba Y.yê da û got, “Gumana destwerdana delîlan tune ye. Jixwe gumana reva wê tine ye, lê Dilruba hêj girtî ye.” Her weha Yildiz xwest ku miwekîla wî serbest bibe.
Di 3ê Îlonê de dê danişîna yekem ya Dilruba Y.yê pêk were û niha li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin.
Dilruba Y. yê li ser pirsa têkildarî asteng kirina înstagramê weha gotibû “Eger em di nîveka sedsala 21an de rabin, dest ji sîstema parlamenteriyê berdin û hemû Komara Tirkiyeyê radestî yek zilamî bikin, ew ê jî wekî xana bavê xwe bikar bîne."
Piştê vê bersiva ku li hevpeyvîna li kolanê de dabû, hatibû desteserkirin û biryara girtina wê hatibû dayîn.
(HA/AY)