Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê 697 roj in dewam dike.
Çalakiya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Di dozê de geşedanek nû qewimîye. Hatiye diyarkirin ku dadgehê dosyayên doza “nexweşxanê” û “dikanê” yên ku ji hev cûda kiribûn, kirine yek dosye.
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar wek her rojê ji navçeya Pirsûsê hatine ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya kirine.
‘Em ê çalakiya xwe dewam bikin’
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivîye û bi bîr xistiye ku komkujiya li dijî malbata wan di hûndirê nexweşxanê de pêk hatibû û wiha gotiye: “Tevî ku 2 sal in em li ber edliyeyê çalakiya edaletê li dar dixin jî hê jî edalet pêk nehatiyê. Tenê daxwaza me, pêk hatina edaletê û berdana birayê min e. Lê rêveberên li vir guh nadin dayika min. Wesayitên resmî li vir parq dikin ku çalakiya me asteng bikin. Lê tevî astengiyan jî em dê çalakiya xwe berdewam bikin.”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê geşadaneka nû di dosyeya Malbata Şenyaşarî de pêk hatiye. Dosyeya Malbata Şenyaşarî ku berê Serdozgeriya Komarî ya Rihayê weke doza “dikanê” û “nexweşxanê” ji hev cûda kiribû.
5êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê her du dosye kirine yek. Bi vê yekê re dê êdî darizandin li 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê were lidarxistin.
Di 17ê Adarê de wê danişîn li 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk were.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)