Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Danişîna doza Şenyaşaran îro li 3em Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hatiye. Dadgehê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar biriye. Bavê Fadil Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar û herdu birayên wî Celal û Adîl Şenyaşar hatibû kuştin.Emîne Şenyaşar dayîka Fadil Şenyaşar 25 roj in li pêş Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin.
“Kê zarokên min kuşt?”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Emîne Şenyaşar gotiye, “"Pênc kurên min hebûn, du ji wan kuştin, yek jî xistin girtîgehê. 37 sal û neh meh ceza dan wî. 18 sal jî dane kesên ku qetlîam pêkanîne. Ev edalet e, ev dewletek çawa ye? Li vê xakê edalet tune. Em êdî nikarin li vê axê bijîn. Ez ê niha biçim mala xwe barbikim. Kê zarokên min kuştin? Kîm dîwarên nexweşxaneyê bi rengê sor boyax kir. Ev dewletek çawa ye, ev edaletek çawa ye. Me jî desteser bikin, bikujin."
“Wê edalet ji were jî pêwîst be”
Mehmet Şenyaşar jî derbarê biryarê de gotiye, “"Hûn tenê dikarin li pey me wer in. Li pey kesên ku qetlîam pêkanîne biçin. Ma ev edalet e? Ji tiştên hatine kirin wê her kes berpirsyar be û wê rojek edalet ji were jî pêwîst be.”(RT/AY)