Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
6emîn Daîreya Şûreya Dewlatê biryara rawestandina projeyên avakirina santralên hidroelektrik (HES) ên li ser Munzurê daye.
Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEFê) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî biryara rawestandina projeyan ragihandiye.
KAMUOYUNA DUYURULUR.
— DEDEF (@Dersim_DEDEF) January 24, 2022
2010 YILINDAN BERİDİR TAKİP ETTİĞİMİZ MUNZUR VADİSİNDE YER ALAN İKİ BARAJ PROJESİNE YÖNELİK İPTAL KARARLARI DANIŞTAY 6. DAİRESİ TARAFINDAN ONAYLANARAK KESİNLEŞTİ. YARGI SÜRECİ TAMAMEN SONA ERDİ.
Davalı idarelerin Temyiz ve Karar Düzeltme talepleri reddedildi pic.twitter.com/dx7RdwJXs6
Berxwedana 12 salî bidawî bûye
Mafparêzên jîyanê li ser mijarê ev daxûyanî dane:
“Em ji sala 2010an vir ve dozên ji bo du projeyên avakirina bendavên di Geliyê Munzurê de dişopînin. 6emîn Daîreya Şûreya Dewletê biryarên betal kirina herdu projeyan erê kiriye û bi vî awayî pêvajoya hiqûqî bitevahî bidawî bûye. Daxwazên sazîyên îdari yên ku doz lê hatine vekirin, yên ji bo temyîz û sererast kirina biryarê nehatin qebûl kirin. Me berê jî, di salên 2019an û 2020an de biryarên betal kirinê ên Dadgehên Îdarî yên Enqereyê ji raya giştî re ragihandibûn.”
“Sazîyên îdari yên ku doz lê hatine vekirin, biryara betal kirina du projeyên bendavan ya HESa Bozkayayê ye (Kemerbel) û HESa Kaletepeyê (Anafatmay), temyîz kiribûn û bi dûre jî ji bo sererastkirina biryarê serî lê dabûn. Lê 6emîn Daîreya Şûreya Dewlatê serîlêdana temyîzê qebûl nekir û bi vê yekê biryara betal kirinê pesend kir.”
“Dema, daxwazên sazîyên îdari ji bo temyiz û sererastkirina biryarê nehatin qebûl kirin biryara dawî ji me re şandin. Bi vî awayî pêvajoya hiqûqî ya ku em 12 sal in dişopînin ya avakirina 2 bendavên li Geliyê Mûnzûrê bitevahî bidawî bûye. Em ji hemû kesên ku ked dan in re spas dikin.”(EMK/BY/AY)
*Bahar Yıldırımê ev nûçe ji tirkî wergerandiye