Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina Dayik/Mirovên Şemiyê ya ji ber “Doza Hefteya 700î” îro li 21yem Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Stenbolê pêk hatiye.
Dadgehê daxwazên parêzeran qebûl nekiriye. Her weha daxwaza gilîkirinê ya derbarê karmendê dewletê yên ku ji êrîşa polîsan berpirsyar in de jî qebûl nekiriye.
Dadgehê danişîn taloqî saet 13.30ê 23ê Adara 2022an kiriye.
Di destpêka danişînê de Serokê Baroya Êlihê Erkan Senses mafê axavtinê girtiye û gotiye, "Ji bo parastina hemû bersûcan divê dadgeh demildest biryara beraetê bide."
Piştî redkirina daxwazên parêzeran, parêzer Efkan Bolaçî axiviye û gotiye, “Di rewşa heyî de em naxwazên vê dozê bi we re birêve bibe. Ji vê dozê vekişin ku bila bi rehetî birêve. Biçe. Em we weke teminata bersûcan nabînin.”
Doz li 46 mafparêzan vekiribûn
Kesên ku doz li wan vebibû ve in:
Koray Çağlayan, Koray Kesik, Leman Yurtsever, Levent Gökçek, Lezgin Özalp, Maside Ocak, Mehmet Günel, Muhammed Emin Ekinci, Ayça Çevik, Besna Koç, Cafer Balcı, Can Danyal Aktaş, Cihan Oral Gülünay, Cüneyt Yılmaz, Deniz Koç, Ercan Süslü, Ezgi Çevik, Faruk Eren, Fecri Çalboğa, Ferhat Ergen, Gamze Elvan, Hakan Koç, Hasan Akbaba, Hasan Karakoç, Jiyan Tosun, Kenan Yıldızerler, Murat Akbaş, Murat Koptaş, Onur Yanardağ, Osman Akın, Özer Oymak, Özge Elvan, Ramazan Bayram, Rüşa Sabur, Sadettin Köse, Adil Can Ocak, Ahmet Karaca, Ahmet Süleyman Benli, Ali Ocak, Ali Yiğit Karaca, Atakan Taşbilek, Ataman Doğa Kıroğlu, Saime Sebla Arcan, Sinan Arslan, Ulaş Bedri Çelik, Volkan Uyar.
Her weha ji ber beşdarî çalakiyê bûbûn, doz li parlamenteran jî vekiribûn lê ji ber hebûna parêzbendiya wan dosyayên wan ji yên din cida kiribûn.
(AS/AY)