Ji bo nûçeya tirkî /ingilîzî bitikîne
Onûr Gencer di 17 Hezîranê de li dijî avahiya Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) êrişa çekdarî pêkanîbû û di êrişê de endama partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Sêyem danişîna doza ku li kujer Onûr Gencerî hatibû vekirin li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ku li Edlîyeya Bayrakliyê destpê kiriye.
Cîgirê Serokê Koma HDPê Sarûhan Olûç û parlamenterên HDPê, Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikûlû, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal, her wiha Hêzên Ked û Demokrasiyê, rêxistinên girseyên demokratîk, nûnerên sendîkayan, rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqê, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî tevlî danişînê bûne.
Pêş ku danişîn destpê bike gelek polîs bi hêceta “tedbîrên ewlekariyê” li koridora edliyê bûne.Fehîme û Abdûllîlah Poyraz, dê û bavê Denîz Poyrazê û xuşk û birayên wê jî tevlî danişînê bûne.
Danişîn bi hatina heyeta dadgehê destpê kiriye. Onûr Gencer, kujerê Denîz Poyrazê li girtîgehê bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBÎS) tevlî danişînê bûye. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan didome.
Bixwîne- Doza Kuştina Denîz Poyrazê| Dadgehkirin wê 29ê Nîsanê dewam bike
Bixwîne-Parêzer Aslan: Di kuştina Denîz Poyrazê de Gencer bi tena serê xwe nebûye
Bixwîne-Parêzerên doza Denîz Poyrazê: Kujer 27 caran li Rêvebiriya Polîsan geriya ye
“Bûyerekî rêxistinkirî ye”
Di destpêka danişînê de parêzer Hamza Çîftçî yê axiviye û têkildarî qebûlnebûna daxwazên baroyan ên ji bo tevlî danişînê bibin nirxandiye û gotiye, "Biryara we ya redkirina daxwazan a ji bo beşdarbûna danişîna berê ne rast e. Qanûna oarêzeriyê erka parastin û parastina mafên mirovan daye baroyan. Çalakiya bersûc ne tenê ji bo şexsekî bû, di heman demê de ji bo demokrasiyê bi taybetî rêveber û endamên HDPê bû."
Parêzer Kenan Bîlge, Serokê Baroya Sêrtê di danişînê de mafê axavtinê girtiye û aniye ziman ku daxwazên wan yên tevlî dozê bibin hene û wiha gotiye: "Kuştina ku pêk hatiye bûyereke ji rêzê nîne û ne edlî ye. Êrîşeke li dijî hemû endam û alîgirên HDPê ye, bûyereke rêxistinkirî ye."
Parêzer Mehmet Velat İzol, Serokê Baroya Rihayê jî gotiye, “Divê dîwarê ku kujer pişta xwe sipartiye xişta wî were kişandin û paşxaneya êrişê bê lêkolînkirin."
'Divê bersûc li salona dadgehê amade be'
Serokê Baroya Îzmîrê parêzer Ozkan Yucelî jî têkildarî neanîna êrîşkar Onûr Gencer ji bo edliyeyê axivîye û gotiye: "Bersûc di pozîsyoneke tirsnak de ye ku bi SEGBİSê tevlî danişînê bûye. Em behsa bersûcekî dikin ku hê jêpirsîna wî temam nebûye. Prensîba rû bi rûbûnê vê dixwazê, hûn mecbûrbûn ku divê we bersûc bianiya vir.”
Parêzer dozê Turkan Aslan Agaçê diyar kiriye ku bav û birayê kujer di danişîna berê vê de li salona dadgehê amade bûn, lê piştre ew hîn bûne ku ji şahidiyê hatine derxistin û gotiye, “Evana şahidên normal nînin, şahidên ku bi bersûc re têkildar in. Di destê min de ji bo her yekê pirsên min ê cuda hene.We ew derfet ji destê wan girtin. Her kes li vir e, lê bersûc li ku ye? li ser ekrana telewîzyonê ye”
Dozger daxwaza anîna bersûc qebûl nekiriye
Dozgerê dozê mafê axavtinê girtiye û nêrîna xwe ya derbarê daxwaza beşdarbûnê ya baroyan aşkere kiriye û daxwaz qebûl nekiriye.
Daxwaza parêzeran ya anîna bersûc ji bo dadgehê, ji aliyê heyeta dadgehê ve nehatiye qebûlkirin.
“Em heyeta dadgehê qebûl nakin”
Piştre parêzer Ozkan Yucelî axiviye û gotiye, “Helwesta we ewe ku hûn pêşî li lêgerîna edaletê bigirin. Ji ber vê yekê, beriya her tiştî em dixwazin ku hûn xwe ji darizandinê vekişînin."
“Em her endamê ku di heyeta we de ye û heyeta we qebûl nakin.”
Parêzer Turkan Aslan Agaç jî tevlî daxwaza guhertina heyeta dadgehê ya Parêzer Yucelî bûye.
Dadgehê danişîn taloqî 18ê Tebaxê kiriye
Piştre heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Heyetê daxwaza parêzeran a guherîna heyeta dadgehê qebûl nekiriye û biryar daye ku daxwaza guherînê ji 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê re bişîne.
Her weha dadgehê biryar daye ku Nûrgul Gencer û Nûrî Gencer, xuşk û bavê Onûr Gencerî di danişîna bê de amade bin û Onûr Gencerî jî bînin salona dadgehê.
Danişîn taloqî 18ê Tîrmehê kiriye.
Di îddianameyê de çi heye?
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê îdîanmeya amade kiribû û di îdîanameyê de derbarê kujer Onur Gencerî de, cezayê muebeta girankirî û 7 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin.
Her weha balkêşe ku di îdianameyê de cîh daye rewşa derûnî ya Gencerî. Onûr Gencerî di demên borî de bi nexweşiyên psîkolojîk hatiye tespîtkirin.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku "Ti kesê ku alîkarî daye bersûc, pêdabe kirin, beriya bûyerê, di dema bûyerê an jî piştî bûyerê de nehatiye dîtin û delîlên ku bersûc beriya bûyerê yan jî piştî bûyerê bi ti rêxistineke terorîstî an jî endamekî re têkiliyê deyne, nehatiye dîtin."
Di lêkolîna HTSê de hatiye diyarkirin ku di navbera 17ê Hezîrana 2020an û 17ê Hezîrana 2021an de li Bûlvara Helbestvan Eşref di dîrokên cuda de bi giştî 115 sînyalên aîdî bersûc hatine tespîtkirin. Herêma ku bersûc lê hatiye tespîtkirin û 24 caran çûye wê herêmê.
Di beşa encamê ya îddianameya ku ji aliye 6em Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hatiye qebûlkirin de ji bo kujer Onûr Gencerî di sê sûcên cûda de yên weke “kuştina plankirî”, “binpêkirina parêzbendiya cîhê kar” û “zerar dayîna kel û pelên partiyên siyasî ango saziyên pîşeyî” ceza hatiye xwestin.
Çi bûbû?
Kesekî bi navê Onûr Gencer, di 17ê Hezîranê de bi çekê êrîşî avahiya HDPyê ya Îzmîrê. Di dema êrîşê de xebatkara partiyê, Denîz Poyraz kuştibû.
Gencer piştî êrîşê bi rojekê hatibû girtin. Gencerî di îfadeya xwe de gotibû, “Li hundir kî heba wê ew bikuştana.”
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotibû, “wê rojê dê civînek li dar biketa lê ew hatiye taloqkirin.” Raya giştî bertek nîşanî kuştina Poyrazê dabû. Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê piştî êrîşê bi du rojan axivîbû. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê Denîz Poyraz tohmet kiribû.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku "Ti kesê ku alîkarî daye bersûc, pê dabe kirin, beriya bûyerê, di dema bûyerê an jî piştî bûyerê de nehatiye dîtin û delîlên ku bersûc beriya bûyerê yan jî piştî bûyerê bi ti rêxistineke terorîstî an jî endamekî re têkiliyê deyne, nehatiye dîtin."
Di lêkolîna HTSê de hatiye diyarkirin ku di navbera 17ê Hezîrana 2020an û 17ê Hezîrana 2021an de li Bûlvara Helbestvan Eşrefî, di dîrokên cuda de bi giştî 115 sînyalên aîdî bersûc hatine tespîtkirin.
Di beşa encamê ya îddianameyê de ji bo kujer Onûr Gencerî di sê sûcên cûda de yên weke “kuştina plankirî”, “binpêkirina parêzbendiya cîhê kar” û “zerar dayîna kel û pelên partiyên siyasî ango saziyên pîşeyî” ceza hatiye xwestin.(RT/AY)