Dadgehê cezayê mûebetê da du leşkerên beşdarî hewildana derbekirinê bûbûn
Dadgeha Erzirûmê, bi lêpirsîna FETOyê( Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) cezayê mûebetê da du leşkerên ku beşdarî hewildana derbekirinê bûbûn.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Erzirûmê, bi lêpirsîna FETOyê( Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) cezayê mûebetê(heta hetayê mana di girtigehê de) da du leşkerên ku beşdarî hewildana derbekirinê bûbûn.
Yek ji leşkeran Albayê Murat Koçak e ku ew fermandarê Cendirmeyên herêma Erzirûmê bûye.
Leşkerê dî, Murat Yilmaz e ku ew jî serokê berê yê hêza taybet bûye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, herdu bersûcan sûc qebûl nekirine.
Dadgeran bi sûcê “binpêkirina Qanûna Bingehîn” cezayê mûebetê daye Yilmaz û Koçakî. (NV/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.