Fotograf: Arşîv / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Brenton Tarrant, li bajarê Christchurchê bi çek êrişî 2 mizgeftan kiribû. Dadgehê cezaya heta hetayî li Tarrantî biriye.
Danişîna biryarê ya doza Tarrantî li Dadgeha Bilind a Christchurchê hatiye birêvebirin. Dadger Cameron Mander biryara cezayê xwendiye û aşkere kiriye, Tarrantî bi sûcê kuştina 51 kesan, hewldana 40 cînayetên cûda û sûcekî terorîzmê cezaya heta hetayî ya girtîgehê girtiye. Her weha mafê wî yê berdana bi şert nîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Tarrantî di danişîna duh de tohmetên kuştina 51 kesan, hewldana 40 cînayetên cûda û sûcekî terorîzmê bi temamî qebûl kiribû.
Çi bûbû?
Brenton Tarrant di 15ê Adara 2019an de li bajarê Christchurchê di dema nimêja îniyê de bi çekên otomatîk êrişî herdu mizgeftên Lînwood û Nûrê kiribû.
Di encama êrişê de 1 jê xelkê Tirkiyeyê 51 kes miribû, 2 jê xelkê Tirkiyeyê 49 kes jî birîndar bibû.(TP/AY/FD)