Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dûrket Suren, nûçegîhana Jinnewsê bi tohmeta ku “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Dadgehê di 9emîn danişîna dozê de biryara xwe aşkere kiriye.
Danişîna Surenê li 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye. Surenê tevlî danişînê nebûye lê parêzerê wê li salona danişînê amade bûye.
Dozgerê danişînê nêrîna xwe ya di 13ê Kanûna Pêşiyê de aşkere kiribû, dûbare kiriye. Di sûcê “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” de daxwaza beraeta Surenê kiriye û di “propagandaya rêxistinê” de ji 10 mehan heta 5 salan ji bo Surenê cezayê girtîgehê xwestiye.
Yûsûf Erdogan, parêzerê Surenê li dijî nêrîna dozgerî parastin kiriye û daxwaza cezayê ya dozgerî qebûl nekiriye.
Piştî parastinan dadgehê biryara xwe aşkere kiriye ku di sûcê “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” de rojnameger Suren beraet kiriye, di sûcê “propagandaya rêxistinê” de sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê biriye.
Her weha dadgehê qedexeya derketina derve ya li ser Surenê rakiriye û cezaya wê jî taloq kiriye.
- Rojnameger ji bo azadiyê têkoşiyan, darazê biryarên erênî dan
- Rojnamegeran hin maf bidest xistin lê metirsîdar in
(HA/AY)