Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha ku bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” doz li Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaşî û parlamenterê berê Sirri Sureyya Onderî biryara xwe daye.
Dadgehê 4 sal û 8 meh li Selahattîn Demîrtaşî, 3 sal û 6 meh jî li Sirri Sureyya Onderî biriye.
Ceza ji ber wan axavtinan hatiye dayîn ku Demîrtaş û Onderî Newroza 2013ê, di dema pêvajoya aştiyê de kiribûn. Dadgehê bi îdiaya ku helwesteke neyênî nîşan dane, cezayê Demîrtaş û Onderî kêm nekiriye.
Dadgehkirin li wê salonê çêbûye ku li beramberî Kampusa Girtîgeha Silivriyê çêbûye. Ji ber ku ew nebirine salona dadgehê Demîrtaş bi rêya (SEGBİS) Sistema Înformatîk a Deng û Ditbarîyê beşdarî dadgehê bûye. Demîrtaş sal û 10 meh e ku girtî ye.
Sirri Sureyya Onderê ku li salonê amade bûye.
Konsolosên Swêd û Kanadayê, parlamenterên HDPyê Zuleyla Gulum, Erol Katircioglû, Tûma Çelîk, Dilşad Canbaz, Hasan Ozguneş û hin nûnerên saziyên navnetewî jî beşdarî dadgehkirinê bune.
Daxwaza pêşkêşkirina paraznameya Demîrtaş û parêzerên wî nehatiye qebûlkirin
Li gorî zanyariya ku Canan Coşkûn, nûçegihana rojnameya Cûmhûriyetê ragihandiye, di destpêka dadgehkirinê de Firat Epozdemîr, parêzerê Demîrtaşê daxwaz kiriye ku Demîrtaş li salonê paraznameya xwe pêşkêş bike.
Lê serokê dadgehê gotiye, jêpirsîna li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hatiye kirin, li şûna paraznameya Demîrtaşî hatiye qebûlkirin û ev daxwaz ret kiriye.
Dadgehê ji Demîrtaşî û Onderî pirsiye ku gotinên xwe yên dawiyê bibêjin. Li ser vê Onderî gotiye. “Bijî Aştî” Bijî demokrasî û azadî”. Demîrtaşî jî gotiye, “Bimre faşîzm! Bijî têkoşîna aştî, demokrasî û kedê.”
Piştî van axavtinan heyetê 15 deqîqeyan navber daye dadgehkirinê. Dema dadgeh careke din kom bûye, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û li gorî vê biryarê 4 sal û 8 meh ceza dane Demîrtaşî, 3 sal û 6 meh jî ceza dane Onderî. (HA/FD)