Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê di encama operasyonekê de hatibûn girtin. Her sê rojnameger serbest bûn.
Derbarê rojnamegerên ku di çarçoveya operasyona 26ê Nîsanê ya li Stenbolê hatin girtin de di demeke kurt de îdianame hat amadekirin û ji aliyê dadgehê ve hat pejirandin.
3 rojnameger jî bi biryara tensîpê ya dadgehê hatin berdan.