Ji bo nûçeya Tirkî / Ingılîzî bitikîne
Bi daxwaza Serdozgeriya Dadgeha Amedê, cihgira hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Aysel Tugluk li Enqereyê hatibû desteserkirin. Dadgeha Amedê biryara girtina wê da.
Dageha Amedê ji bo heman lêpirsînê biryara girtina; cihgirê hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) Seydî Firat û endamên berê yên Kongreya Civakên Demokratîk, Cafer Kan, Edip Yaşar û Abdulkadir Karadeniz da.
Dadgehê bi tometa “birêvebirina rêxistina çekdar a terorî” biryara girtina Tuglûkê daye.
Aysel Tûglûk kî ye?
Li Zanîngeha Stenbolê Beşa Dadnasiyê xwend.
Bû yek ji birêvebirên Weqfa Lêkolînên Hiqûqa Civakî.
Yek ji endamên Komeleya Mafên Mirovan e.
Bû seroka Partiya Civaka Demokratîk(DTP).
Di hilbijartinên 13. ya Tirkiyeyê de bû, parlamentera Amedê.
Di 12 Hezîrana 2011ê de bû parlamentera serbixwe ya Wanê.
Ji 59 parlamenteran, 12 parlamenterên HDPyê gitî ne
Herdu hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag parlamenterên Şirnexê Ferhat Encû û Leyla Bîrlîk, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamenterên Amedê Zîya Pîr, Idrîs Balûken, Nûrsel Aydogan û Îmam Taşçier, parlamenterê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder û parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim di 4ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Fîgen Yûksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Idrîs Balûken, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan û Ferhat Encû di heman rojê de hatibû girtin.
Parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Akdogan di 7ê Çiriya Paşiyê de hat girtin.
Cihgira berdevkên HDPyê Çaglar Demîrel û Besîme Konca di 13ê Kanûna Pêşiyê de hatin girtin. Hejmara parlamenterên girtî yên HDPyê bûn 12.
(NV/MB)