Ji bo nûçeya Tirkî (1) (2) / Ingilîzî bitikîne
13emîn û 26emîn Dadgehên Cezayên Giran ên Stenbolê digel ku Dadgeha Destûrê biryara binpêkirina mafên wan wergirt jî biryar girtin ku rojnameger Şahîn Alpay û Mehmet Altan girtî bimînin.
Dadgeha Destûrê duh bi şev bi pirdengî biryar girtibû ku “maf û ewlekariya takekesî” û “azadiya xweîfadekirinê û ya çapemeniyê” ya rojnameger Mehmet Altan û Şahîn Alpay hatine binpêkirin ku bi îdiaya endamtiya FETOyê ve dihatin darizandi. Ji bo biryarê 11 endamên Dadgeha Destûrê dengên erênî, 6 endaman jî dengên neyênî bi kar anî ne.
Dadgehê biryar girtibû ku ji bo Şahîn Alpayî biryara hatiye standin ji 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re bişîne û wî tehliye bike.
Parêzeran ji bo biryara tehliyeyê serî lê da
Ji bo Altanî jî biryar hatibû girtin biryara derketiye ji bo 23yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bişînin.
Piştî biryara Dadgeha Destûrê parêzerên Altan û Alpayî ji bo biryara tehliyeyê serî li dadgehan dabû.
Daxwaza tehliyeyê nehat qebûlkirin
13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê saet 22.40ê de biryara xwe aşkere kir û biryar girt ku bila Şahîn Alpay girtî bimîne. Daxwaza tehliyeyê ya Mehmet Altanî jî bi heman hincetê ji hêla 26emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve nehat qebûlkirin.
Li gorî nûçeya Oya Armûrçûyê ya ji rojnameya Hurriyetê, her du dadgehan jî biryara redê bi van gotinan aşkere kirine ku, hîna biryara Dadgeha Destûrê di Rojnameya Fermî de belav nebûye û biryara bihincet a Dadgeha Destûrê negihiştiye destê wan.
Daxuyaniya Dadgeha Destûrê û biryara wê ya bihincet li ser malpera wê ya fermî hat belavkirin.
Bozdag: Dadgeha Destûrî sînorên xwe yên yasayî derbas kir
Bekîr Bozdag Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê biryara Dadgeha Destûrî ya derbarê Mehmet Altan û Şahîn Alpayî de li ser hesabê xwe yê Twitterê nirxand.
Bozdagî got ku Dadgeha Destûrî sînorên xwe yên ji hêla yasayê ve hatiye nîşandan derbas kiriye:
“Bi biryara Alpay û Altanî (li gorî daxuyaniya dadgehê ya ku hatiye belavkirin) Dadgeha Destûrî sînorên xwe yên yasayî û destûra bingehîn derbas kiriye, xwe xistiye şûna dadgeha merheleya pêşiyê û nirxandina bûyer û delilan kiriye û çêbûna sûcî û rewşa delilan nirxandiye.
“Dema ku Dadgeha Destûrê lêkolinê li ser serlêdanên şexsî dike û biryarê derbarê wan de digire nikare weke dadgeha merheleya pêşiyê yan jî dadgeha temyîzê yan jî dadgeha temyîzê ya super tevbigere û weke van dadgehan biryarê bistîne.
“Biryarên Dadgeha Destûrê yên derbarê Alpay û Altanî de, dubarekirina şaş û xerab a biryara Can Dundarî ye. Dadgeha Destûrê bi wî tiştî berpirsiyare ku divê li gorî destûra bingehîn û yaseyan tevbigere.”
Çi bûbû?
Dadgeha Destûrê biryar derbarê rojnamegerên girtî Şahîn Alpay û Mehmet Altanî û Tûrhan Guney ê ku 9 mehan girtî mabû û serbest mabû de girtibû û gotibû ku divê Altan û Alpay serbest bimînin.
Şahîn Alpay piştî hewldana derbayê ya 15yê Tîrmehê, 27ê Tîrmehê ya 2016yê di pêla pêşiyê ya desteserkirinan de hat desteserkirin. Ji wê gavê heta niha girtî bû.
Mehmet Altan jî di heman çarçoveyê de heman rojê hatibû desteserkirin û di 22yê Îlonê de hatibû girtin.
Alpay di doza rojnamegeriya Zamanê de, Altan jî di doza medyayê ya hewldana derbeyê de dihatin dadgehkirin û girtî bûn. (EKN/HK/FD)