Danişîna 8emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.
Zeydan, tev li danişînê nebû. Parêzerê dosyayê Mahsunî Karaman xwe ji dosyayê vekişand û li ser vê yekê Mehmet Emîn Aktar weke parêzer tev li dosyayê bû. Aktar, daxwaza demê kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dozger xwest ku daxwaza demê were redkirin. Şandeya dadgehê jî daxwaza demê qebûl nekir. Dozger, daxwaza ceza kir.
Danişîna dozê bi parastina parêzer Mehmet Emîn Aktar domiya. Aktar, bertek nîşanî şandeya dadgehê da ku ji bo “ewlehiyê” ji Midûriyeta Emniyetê ya Bajar re muzekkere nivîsandiye. Aktar, wiha got: “Bêyî ku xwe li benda parastina min bigirin, we duh bi wê nivîsê biryara xwe diyar kir. Parastin, mafê min û miwekîlê min e. Ev, hêmayeke darizandina adilane ye. We bi nedayina demê re ev hêma binpê kir.”
Aktar, wiha domand: “Bi helwesta xwe ya îro re hûn darizandina adilane binpê dikin û bêalîtiya xwe binpê dikin. Lewma jî ez dadgehê red dikim.”
Aktar, têkildarî redkirina daxwaza xwe jî got: “Heke demeke maqûl neyê dayin ev yek dê bibe binpêkirina mafê darizandina adilane û mafê parastinê.”
Dadgehê bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Abdullah Zeydan.