Derbarê rojnameger Nûrcan Yalçinê de ji ber di dema qedexeya derketina derve ya ku di sala 2015an de li navçeya Sûra Amedê hatibû ragihandin têkildarî jinan nûçe çêkiribû û bi îdiaya ku “bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza Yalçin li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye.
Rojnameger Nûrcan Yalçin tevlî danîşîne nebûye. Her weha parêzerê wê Resûl Tamûr beşdar bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzer Resûl Temûr li dijî nêrîna ku dozger parastin kiriye. Temûr, diyar kiriye ku muwekîla wî rojnamevan e, ev di belgeyên ji aliyê miduriyeta polîsan ve hatine pêşkeşkirin de tê fêmkirin û di vê mijarê de hewceyî bi nîqaşê nîne.
Temûr daye zanîn ku dîmen û wêneyên di materyalên dîjîtal de derketine hatine weşandin û wiha gotiye:
“Me dîmenên ku hatine weşandin jî pêşkeşî dadgehê kirin. Nûçe di sala 2015an de hatiye çêkirin. Di sala 2016an de li ser endamê rêxistinê derdikeve. Nûçeyeke ku hatiye belavkirine û ev jî dide nîşandan ku muwekîla min ev dîmen nedane. Muwekîla min di ajansa nûçeyan a jinan de dixebitî. Ji ber polîtîkaya nûçeyan a ajansê nûçeyên jinan çêdikin û zimanekî li gorî vê bikartînin. Ne pêkane bi awayekî din nûçeyan çêbikin. Ji xwe muwekîla min jî got ku bi tu awayî ne ketiye qada girtî, li derve dîmen û wêne kişandine. Her wiha dîmenên ku muwekîla min kişandin ji aliyê hin rojnamevan û hemû medyayên navnetewî ve hatin weşandin. Girtekên polîsan, mutalaa û doz jî li ser vê hatine nivîsîn. Ji ber ku ev vîdeo weke delîlên sereke yên dosyayê nîne em nizanin ka ev girtek rast in an xelet in.”
Her weha Temûr daxwaza beraeta muwekîla xwe kiriye.
Dadgehê li Yalçinê bi tohmeta ku “bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê biriye.
(AY)