Doza kuştina pisîka bi navê Eros li Edliyeya Kuçukçekmeceyê, li Dadgeha 16an a Asliye Cezayî ya Kuçukçekmeceyê birêve çû.
Kesekî bi navê Îbrahîm K. li Başakşehîra Stenbolê pehîn li pisîka bi navê Eros dabû û ew kuştibû.
Ajalparêz û jîngehparêz, saetên sibehê li ber Edliyeya Kuçukçekmeceyê kom bûn. Ji ber ku gelek kes beşdarî danişînê bûn, danişîn li saloneke mezintir pêk hat.
Di danişîna beriya niha de, hatibû gotin ku xwediyê Erosî nebû. Bi bangewaziya ajalparêzan îro li ber avahiya edliyeyê qerebalix kom bûbû û li ser medyaya civakî jî gelek kesan peyamên xwe bi gotina “Eros ne bêxwedî ye” parve kirin.
Parlamentera Stenbolê ya AKPyê Muşerref Pervîn Tûba Dûrgût jî danişîn şopand.
Li gorî ku xwediyên hesabên Yaşam İçin Yasa û İlke Acar ên Xê nivîsandin, Baroya Stenbolê xwest beşdarî danişînê bibe. Lê biryara dadgeha cezayê giran weke sedem hate nîşandan û ev daxwaz nehat pejirandin.
Her weha Partiya Rizgariya Gelan, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Baroya Îzmîrê, Wezareta Çandinî û Daristanan, Midûriyeta Bajarî ya Çandiniyê ya Stenbolê, Komeleya Parastina Ajalan a Ji Neçarî û Paşguhkirinê, Komeleya Mazmelê, Komeleya Edalet ji bo Ajalan, Konfederasyona Mafên Jiyanê yên Ajalan, Federasyona Mafên Ajalan, ÎYÎ Partî û Baroya Enqereyê jî daxwaz kirin ku beşdar bibin. Dozgerî xwest ku daxwaza Wezareta Çandinî û Daristanan bê pejirandin.
Lê dadgerî bi sedema ku “ji sûcî ziyan nedîtine” hemû daxwaz red kir.
Parêzerê bersûcî diyar kir ku “Di medyaya civakî de ji hêlekê tenê mijar tê nirxandin. Pisîka min jî heye, miwekilê min di çavê gel de cezayê xwe kişandiye.”
Ji ber vê gotinê parêzerên gilîxwazan bertek nîşan da.
Paşê bersûc Îbrahîm K. axivî: “Ez ne makîneya sûcan im, ji ber têkçûneke ji nişka ve ji ber hêrsbûn û cînnetê, hişê min ji serê min çû, min şaşiyeke bi wî rengî kir ku heta ez hebim ez ê ji bîr nekim, di hemû jiyana xwe de min bi kîloyan mama kirî hu da pisîk û kûçikan û ev ji bo min weke terapiyê bû.”
Her weha diyar kir ku “Ez xetaya xwe qebûl dikim. Ma gelo çima hêlên min ên baş nayên dîtin, ez nizanim.”
Dozgerî diyar kir ku “Bersûcî bi hestên hovane pisîk kuştiye. Ez daxwaz dikim ku cezayê herî bilind bidin wî.”
Piştî wê, heyetê navberek da danişînî. Piştî navberê, heyeta dadgehê biryara xwe da û 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Îbrahîm K.yî birî. Her weha derketina wî ya ji derveyî Tirkiyeyê qedexe kir.
Piştî danişînê parêzer Îlke Acarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsand û got ku ew kes nehatiye girtin, her weha li gorî rewşa wî ceza kêm kirine. (AÖ/FD)