Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnamegerê Deniz Yucel bêyî ku îdianameyek di heqê wî de bê nivîsîn salekê di girtîgehekê de mabû, wî daxwaz kiriye beraet bike Dadgeha Stenbolê daxwaza wî qebûl nekiriye.
Li gor nûçeya Burcu Karakaşê ya li Deutsche Welleyê hatî weşandin, parêzerê Denîz Yucelî, Veysel Okî diyar kiriye divê Yucel demildest bê beraetkirin.
Parêzerî diyar kiriye, wergera nûçeyên wî xelet hatine kirin, bêyî ku naveroka nûçeyên wî bê xwendin sernivîsên nûçeyan wek delîîlên sûcdariyê hatine nîşandan. Herweha parêzerî diyar kir fikr û ramanên Denîz Yucelî tê dadkirin.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Die Weltê li Tirkiyeyê Denîz Yûcel 13 rojan li navenda polîsan hatibû desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” biryara girtina wî dabû.
Yûcel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten, Omer Çelîk û Mahîr Kanat jî hatine girtin.Li gor nûçeya Sabahê ya di 25ê Kanûna Pêşiyê de hatî nivîsîn, di heman rojê de 9 rojnameger hatine desteserkirin lê ji ber ku Denîz Yûcel li derveyî welatî ye nehatiye desteserkirin.
Yucel piştî salekê di girtîgehê de mayî ji girtîghê derketibû û dadkirina wî didome.(EKN/MB)