Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Makeqanûnê biryar da ku ‘’lêpirsîna pêwîst’’ ji bo doza Ferhad Tepeyî nehatiye kirin lê bi sebeba ‘’dema domkirina dozê temam bûye’’ ji nû ve doz venekir.
Serdozgeriya Komarê ya Elezîzê, di sala 2013ê de biryar dabû ku bersûcê kuştina Ferhat Tepeyî nehatiye dîtin û 20 salên ji bo domkirina dozê temam bûne ji ber wê doz hatiye sekinandin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî biryar dabû ku lêpirsîna wek pêwîst nehatiye kirin.
Li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Dadgeha Makeqanûnê da zanîn: ‘’ ‘’..Piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, lêpirsîn wek pêdivî nehatiye kirin û lêpirsîneka qels hatiye kirin.’’
Lêpirsîn hat sekinandin
Dadgeha Makeqanûnê dîyar kir Dadgeha Makeqanûnê [di dema lêpirsînê de] fermaneka ji bo lêpirsînê bi awayekê rasterast nedaye, karên ji bo zelalkirina bûyerê nehatine kirin, ji bo komkirina delîlan bi awayekê baş kar nehatine kirin, ji bilî karên rûtîn ti xebat li ser dozê nehatine kirin û doz hatiye ‘’sekinandin.’’
Kuştina Ferhad Tepeyî
Ferhat Tepe nûçegihanê Rojnameya Ozgûr Gûndemê yê Bedlîsê/Bidlîsê bûye. Ew di 28ê Tîrmeha 1993yê de hatiye revandin. Di 4ê Tebaxa heman salê de masîvanekî termê Ferhadî li ber Gola Hazarê dîtiye. Hingê 19 salî bûye. (EA/MB)