Sala 2016ê penaberên ku xwe gîhandibûn peravên Îtalyayê bi nivîsa "Em azadiyê dixwazin" pankartek bilind kiribûn.
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeheke Îtalyayê biryara xwe ya derbarê welatiyekî Îtalyayê de aşkere kiriye ku sala 2010ê li bakurê Îtalyayê ji du penaberên Bangladeşî re gotiye ku “Çi karê we li vir heye? Bicehimin” û êrîş biriye ser wan.
Li gorî nûçeya Ovgu Pinar, nûçegîhana BBC Tirkiyê, dadgehê di biryara xwe de gotiye, herçiqas ku bersûcî rasterast û bi awayekî vekirî bi gotinên xwe nîjadek li ser nîjadeke din negirtibe jî, “ji ber nasnameyên wan ên nîjadî, xwestiye ku mexdûr ji axa Îtalyayê biçin” û bi vî awayî “cidaxwazî li hemberî etnîkeke din an jî oleke din kiriye”.
Dadgehên herêmî jî di biryarên xwe de diyar kirine ku bersûcî bi armanceke nîjadî êrîş kiriye û cezayê giran lê birû bûn. Lê Îtalyanê ku navê wî nehatiye aşkerekirin, ev sûc qebûl nekiriye û dosya şandiye dadgeheke berjortir.
Wezîrê Navxweyî bertek nîşanî biryara dadgehê daye
Matteo Salvini Wezîrê Navxweyî bertek nîşanî biryarê daye ku ji ber gotin û polîtîkayên li dijî biyaniyan bi nîjadperestiyê tê sûcdarkirin.
Salviniyî biryara Dadgeha Bilind li ser hesabê xwe yê Twitterê par ve kiriye û wiha gotiye; “Bicehimin, bicehimin, bicehimin!!!”.
Hin kesan piştgirî dane vê mesaja Salviniyî, hin kesan jî bertek nîşan dane. (PT/FD)