Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Gulser Yildirim Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê qebûl nekir.
Erdal Kûzû parêzerê Gulser Yildirimê ji bianetê re axivîbû û gotibû ku biryara îro ya îro Dadgeha Destûra Bingehîn bide wê çûna dozan diyar bike.
Dadgeha Destûrî îro di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyeke çapemeniyê belav kir û got ku îdiayên derbarê binpêkirinên mafên Yildirimê de “bêbingeh in”.
Daxuyaniya Dadgehê bi vî awayî ye:
“Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn di 16yê Çiriya Paşiyê ya 2017yê de, li ser serlêdana şexsî ya Gulser Yildirimê (B. NO:2016/40170) biryar girtiye. Îdiayên ku dibêjin “girtin ne hiqûqî ye” û “azadiya xweîfadekirinê û mafên hilbijartin û hilbijirînê hatine binpêkirin” bêbingeh in û ji ber ku rêyên serlêdanê yên derbarê îdiaya ku dibêje “zeftkirin û desteserkirin ne li gorî hiqûqê ye” neqediya ne, serlêdan nehatiye qebûlkirin.”
Biryara xistina parlamenteriyê jî qebûl nekiribû
Dadgehê hîna serlêdanên heşt parlamenterên din ên HDPyê bi encam nekiriye.
Beriya niha jî ji Dadgeha Destûrî hatibû xwestin ku biryara betalkirina xistinê ya parlamenteriya Parlamenterê HDPyê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlamentera Wanê Tûgba Hezer-Ozturkê bistîne. Lê Dadgehê ve biryar jî qebûl nekiribû.
Yildirim ji ber dozekê tehliye bûbû
Gulser Yildirim a ku di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê de hatibû girtin di daneşîna duh de ji doza “rêxistina terorê û teşwîqkirina gel a ji bo serxildanê” tehliye bûbû. Lê ji ber ku di doza “endamtiya rêxistinê û avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê dadgehkirin serbest nemabû.
Dadgeha Destûrî serlêdana Balbayî qebûl kiribû
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Îzmîrê Mûstafa Balbay dema di doza Ergenekonê de girtî bû serî li Dadgeha Destûrî dabû. Dadgehê îtiraza Balbayî ya digot dadgehkirin bi rengekî adilane çênebûye qebûl kir û biryar girtibû ku 5 hezar lîre tazmînata manewî bidin Balbayî.
Her wiha derbarê binpêkirina mafê hilbijartinê de jî biryar girtibû ku li gorî fiqreya 7emîn a xala 19emîn a Destûrî, mafê hilbijartin û hilbijirînê yê di xala 67ê de hatiye diyarkirin, hatiye binpêkirin.
Balbay piştî vê biryarê ji hêla dadgehê ve hatibû tehliyekirin.
Dîsa ji bo serlêdana Mehmet Haberan Parlamenterê CHPyê yê Zongûldakê di çarçoveya fiqreya 1emîn ya xala 67emîn a bi fiqreya 7emîn a xala 19emîn a Destûrê re girêdayî de, biryar girtibû ku mafê hilbijartinê hatiye binpêkirin.
Baydemîr: Gava ku îçtîhat hebe çima biryar nayê dayin?
Endamên Lijneya Birêveberiya Navendî ya HDPyê û parlamenterên wê li ber Dadgeha Destûrî di 27ê Adara 2017yê de daxuyaniyek dabûn çapemeniyê û diyar kiribûn ku 6 meh in serlêdanên parlamenterên HDPyê tên sekinandin. Li gorî vê rewşê dadgehê piştî salekê biryar ji bo serlêdana 8 parlamenteran da.
Parlamenterê HDPyê yê Rihayê Osman Baydemîrî jî di daxuyaniya çapemeniyê de biryara Dadgehê ya derbarê Balbayî de bibîr anî bû û gotibû ku, “Digel ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Mûstafa Balbayî li holê ye jî, digel ku îçtîhadek heye jî çi asteng heye ku dadgeh biryarê nede? Kî pêşiya vê biryardayinê digire? Heke ku mekanîzmayek pêşîlêgirtinê tune be dadgeh çima hîna biryar nedaye?” (AS/FD)