Danişîna rojnameger Silêman Ehmed, edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê ku hatibû revandin îro li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dihokê pêk hat. Ehmed 279 roj in dihat ragirtin.
Dadgehê bi tohmeta ku “Xerakirina Ewlehiya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Herêma Kurdistanê” 3 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Silêman Ehmed birî.
Li gorî agahiyên Rojnewsê, dadgehê nehişt nûnerê Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) tev li danişînê bibe.
Çi bûbû?
Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1ê Çiriya Pêşiyê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25ê Çiriya Pêşiyê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDKyê ve hatibû revandin û zêdetirî 200 rojan agahî jê nedihat girtin.