Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrî daxwaza betalkirina pênc Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan De (KHK) nirxandiye ku piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê û bi ragihandina Rewşa Awarte re derketine û bûne qanûn.
Dadgehê li ser wê madeya KHKyê biryar daye ku gotiye; “Heke ji hêla ewlehiya giştî pirsgirêk hebe, dibe pasaporta hevjînên kesên pasopartên wan hatiye betalkirin bên betalkirin. Dadgeha Destûrî ev xal li dijî Destûra Bingehîn dîtiye û betal kiriye.
Li gorî vê biryarê kesên pasaportên wan ji ber rewşa hevjînên wan hatine betalkirin, wê karibin bibin xwedî pasaport.
Her weha bi heman armancê madeya KHKyê ya ku gotiye “divê xwendekarên wan zanîngehan heta mezûn bibin pereyan bidin ku ji hêla Lijneya Bilind a Hînkariyê (YOK) ve hatine girtin”.
CHPyê serî lê daye
Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bo hin xalên KHKyên Hejmar 6749, 6756, 6757, 7070 û 7074 betal bibin, serî li Dadgeha Destûrî daye. CHPyê her weha xwestibû ku ev xal êdî neyên bikaranîn.
Dadgeha Destûrî 24ê Tîrmehê dest bi nirxandina daxwaza CHPyê kiriye û duh bi şev biryara xwe daye.
Daxwaza betalkirina hin xalan qebûl nekiriye
Dadgehê daxwaza betalkirina gelek xalan qebûl nekiriye. Li gorî vê biryarê wê dema desteserkirinê dîsa 30 roj bin, dema parêzer û girtî bi hev re biaxivin wê bi cîhazên teknîkî bên guhdarkirin û wê roj û dema wê bê sînordarkirin, dibistanên leşkerî wê bên girtin û rewşa girtîtinê wê li ser dosyayê bê nirxandin.
Her weha ew xal jî li gorî Destûra Bingehîn hatine dîtin û nehatine betalkirin ku dibêje; kesên li gorî KHKyan kar dikin û biryaran distînin, nabe berpirsiyariya wan a hiqûqî, rêveberî, darayî û cezayî çêbibe, kesên bixwazin di tîmên taybet ên polîsan de kar bikin dibe ku bêyî beşdariya ezmûna hilbijartina karmendan (KPSS) werin wezîfedarkirin. (TP/FD)