Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza dirêjkirina demê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) qebûl kiriye û ji bo parastinê 30 rojên din jî daye HDPê. Komîsyona Hiqûqê ya HDPyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû û ji bo di doza girtinê de parastinê bike xwestibû hinekî din demê bide wan.
Bixwîne- Dadgeha Destûrî têkildarî daxwaza dema zêde ya HDPê wê di 2ê Îlonê de biryarê bide
Bixwîne- HDPyê ji bo paraznameya doza girtinê xwestiye hineke din demê bidin wan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo parastina doza girtinê ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxwaza dema zêdetir kiribû. Dadgeha Destûrî serlêdana HDPê nirxandiye û ji bo dirêjkirina demê 30 rojên din jî daye HDPê.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind îdianameya duyem a ji bo girtina HDPyê hatibû amadekirin, di 7ê Hezîranê de şandibû Dadgeha Destûra Bingehîn. Dadgehê di 21ê Hezîranê de lêkolîna xwe ya yekem kiribû û îdianame qebûl kiribû. Dadgehê 70 klasorên din û 8 flash kart şandibû HDPyê û jê xwestibû ku di 60 rojan de paraznameya xwe amade bike.
Îdianameya duyem 843 rûpel e û tê xwestin ku biryara qedexeya siyasî ji bo 451 kesan were dayîn. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya