Dadgeha Destûrî cara yekeme di kuştina jinekê de dewlet sûcdar kiriye

Fotoğraf: csgorselarsiv.org/Serra Akcan
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî cara yekeme di kuştina jinekê de biryar daye ku divê wezîfedarên dewletê yên bi awayekî rêkûpêk tedbîrên parastinê û pêşîlêgirtinê negirtine were dadgehkirin.
Dadgeha Bilind biryar daye ku mafê jiyanî yê Serpîl Erfindikê hatiye binpêkirin ku di sala 2013an de ji hevjînê cihê bûye û di roja biryara parastina wê bi dawî bûye de ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin. Di vê pêvajoyê de Erfindikê daxwaza parastinê kiriye û daxwaza wê bi israr hatiye redkirin.
Li gorî nûçeya Alîcan Ûlûdagî ku DW Tirkî yê belav bûye, dadgehê biryar daye ku divê wezîfedarên dewletê yên bi awayekî rêkûpêk tedbîrên parastinê û pêşîlêgirtinê negirtine were dadgehkirin.
Dadgeha Bilind di civîna xwe ya 29ê Îlonê de biryar daye ku dewletê Serpîl Erfindik neparastiye û mafê wê yê jiyanî binpê kiriye.
Parêzer Yelda Koçakê li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kiriye û tê de gotiye, “Tişta ku bi salane em dibêjin Dadgeha Destûra Bingehîn jî di dawiyê de gotiye.”
(EMK/AY)