Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind xwestibû ku ji ber HDP beşdarî Hilbijartina Giştî ya Serdema 28emîn nebûye û divê dest deynin ser 400 mîlyon û 228 hezar û 667 lîreyê ji xezineyê dane HDPê û pereyên ku xerckirine jî bila ji kesên ku xercfkirine were stendin û bila li xezîneyê wekî dahat were tomar kirin. Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) wê di 19ê Hezîranê de daxwaza Dadgeha Bilind binirxîne û biryara xwe bide.
Di doza girtina HDPê de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind, di 5ê Kanûna Paşiyê de weke tedbîr biryara astengkirina hesabên partiye hatibû dayîn.
Li ser îtîraza HDPê, Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn biryara astengkirinê nirxandibû û di 9ê Adarê de biryar betalkiribû.(NT/AY)