Dadgeha Bilind navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) nepejirand. Partiya Çepên Kesk navê xwe guherandibû û kiribû HEDEP.
Li gorî biryara Dadgeha Bilind, navê HEDEPê dişibe navê Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) û ji ber wê jî li dijî Yasaya Partiyên Siyasî ye. HADEP yek ji wan partiyan e ku hatibû girtin.
Hiqûqnas civiyan
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dadgeha Bilind biryara xwe nivîskî ji HEDEPê re şand û xwest ku kurteya navê xwe biguherîne.
Hiqûqnasên HEDEPê civiyane û di encama civînê de wê biryarek bê dayîn.
Parlamentera Şirnexê û berdevka HEDEPyê Ayşegul Dogan wê 24ê Çiriya Paşiyê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (TY/FD)