Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Adnan Selçûk Mizrakli ji ber îtîrafkariya Hîcran Berna Ayverdî hatibû girtin. Dadgeha Amedê ceza li Mizrakli birîbû û dosyeya Mizrakli ji bo Dadgeha Bilind hatibû şandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Dadgeha Bilind bi sedema ku di lêpirsînê de kêmasî hene kêmasiyên cezayê hatibû birîn betal kir û dosye şandibû Dadgeha Amedê.
Di ecnama darizandinê de Dadgeha Amedê dîsa 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî û dosye şûnve şand Dadgeha Bilind.
3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê Mizrakli erê kir.
Dema Mizrakli Parlamenterê HDPê bû bi îdiaya ku di dezgehên Kongreya Civaka Demokrtatîk (KCD) cih girtiye, doz lê hatibû vekirin. Mizrakli ji ber parlamenter bû bi awayeê ku negirtî hat darizandin. Mizrakli di hilbijartina xwecihî ya 31ê Adara 2019an de ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat bijartin.
Beriya hilbijartinê bi 11 rojan, îtîrafkar Hîcran Berna Ayverdî ku di pevçûnên dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de cih girtiye, îfade li ser Mizrakli dabû. Piştî qeyûm tayînî şûna Mizrakli hat kirin, di meha cotmeha 2019an de hatibû girtin. Mizrakli bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat darizandin û ceza lê hat birîn.