Dadgeha Bilind cezayê li Ayşe Gokkanê hatibû birîn, betal kir
Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 mehan ku 2 caran bi îdiaya “endama rêxistinê ye” li Berdevka Demê ya berê ya TJA’yê Ayşe Gokkanê hatibû birîn, betal kir.

Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 mehan ku 2 caran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan hatibû birîn, betal kir. Dadgeha Bilind biryara 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya ku bi giştî 30 sal cezayê girtîgehê dabû, bi qismî betal kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Dadgeha Bilind li ser serlêdana îtîrazê ya parêzerên Ayşe Gokkanê lêkolîn kir û piştî vê biryar xwe da.
Dadgeha Bilind bi betalkirina biryarê re dosya dîsa ji 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re şand û xwest Ayşe Gokkan jinûve were darizandin.

30 sal cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan, Berdevka TJAyê birîne
20 Cotmeh 2021
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.