Di doza Parka Geziyê de 3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind cezayê muebbetê yê Osman Kavala û 18 sal cezayê girtîgehê yê Parlamenterê TÎPê, parêzer Can Atalay, rêveber û plansazê bajêr yê TMMOBê Tayfun Kahraman, derhêner Çîgdem Mater û sînemager Mine Özerdenê pesend kir.
Daîreya cezayê mîmar Yîgît Ekmekçî, Mucella Yapıcı û Rêveberê Weqfa Açik Toplûmê Hakan Altinay betal kir û bi sepandina bendên kontrola edlî biryara berdana wan da.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, daîreyê têkildarî biryara 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya ku di 25ê Nîsana 2022an de dabû lêkolîna xwe ya îtirazê temam kir û li gor xala 312/1ê ya Qanûna Cezê ya Tirkan ji ber sûcê "hewl daye hukumeta Komara Tirkiyeyê hilweşîne" cezayê mihebeta girankirî yê li Kavala hatibû birîn pesend kir.
Daîreya Cezê 18 sal cezayên ku her yek li Can Atalay, Tayfun Kahraman, Mine Ozerden û Çîgdem Mater Utkuyê ku ji ber sûcê "alîkarî dane hewldana hilweşandina hikûmeta Komara Tirkiyeyê " hatibû birîn erê kir.
Biryarên betalkirinê
3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind, 18 sal cezayê girtîgehê yên ku Alî Hakan Altinay, Yîgît Alî Ekmekçî û Ayşe Mucella Yapiciyê hatibû birîn, betal kir.
Daîreyê biryar da ku çalakiyên bersûcên din ne di çarçoveya "alîkariya hewldana rûxandina hikûmeta Komara Tirkiyeyê" de ye û divê çalakiyên van 3 bersûcan di çarçoveya "dijberiya qanûna xwepêşandan û civînê" de bên nirxandin.
Daîreyê biryar betal kir û bi sepandina bendên kontrola edlî Yapıcı û Altinay serbest kir.
(AEK/AY)