Mehmet Akarca 4 sal in serokê Dadgeha Bilind e. Ji ber dema wezîfeya 4 salan a Akarca bidawî bû duh(25ê Adarê) ji bo serokatiya nû hilbijartin hat kirin. Hilbijartinê îro jî berdewam kir.
Duh piştî sê gerên dengdanê, îro gera çarem a dengdanê hat kirin. Di çar tûrên destpêkê yên dengdanê de ti namzetan ji dengên 348 endaman herî kêm 175 deng nestand. Ji bo serokê nû bê hilbijartin divê ji 348 dengan herî kêm 175an bidest bixe. Ji ber vê yeke tûra 5an a dengdanê hat kirin.
Her weha di tûra 5an de jî tu namzetî piraniya dengan bidest nexistin. Hilbijartin wê sibê (27 Adarê) di rûra 6an de bidome.
Di encama dengdayînê de Serokê Dadgeha Bilind Akarca 105, Serokê 3yemîn Daîreya Hiqûqê Omer Kerkez 127, Serokê 3emîn Daîreya Cezê Muhsîn Şenturk jî 96 deng bidest xist.
Kesên ku ji nû ve serlêdana namzetiyê kirine jî dê karibin beşdarî dengdana tûra şeşemîn a ku sibê bê lidarxistin bibin.
(RT/AY)