Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dadgeha Amedê biryar daye 8 parlamenterên Partiya Herêman a Demokratîk(HDP) bi zore bibin dadgehê, yek ji wan parlamenteran girtî ye û du ji wan desteserkirî ne.
Di 10ê Çiriya Paşiyê de dadgehan biryar dabûn parlamenteran ji ber doza KCKyê bi zorê nedine anîn.
Dadgehê biryara xwe guhert.
Yek ji wan heşt parlamenteran Selma Irmak e ku ew di girtîgehê de ye.
Du ji wan parlamenteran Çaglar Demîrel û Besîme konca ne ku şeva dî ew hatine desteserkirin.
Parlamenterên dî yên biryara girtina wan hatiye dayin ev in: Osman Baydemîr, Dirayet Taşdemir, Ahmet Yıldırım, Alican Önlü û Nadir Yıldırım. (YY/MB)