Li ser biryara Walîtiya Şirnexê, herêma Çiyayê Gabarê ku di nava sînorê navenda Şirnexê û navçeya Basayê de ye, ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hate ragihandin. Hat diyarkirin ku qedexe dê heta 10ê Kanûna Paşiyê bidome.
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ev biryar weşandiye û bi van gotinan sedema qedexeyê ragihandiye: “Ji bo ewlehiya netewî, rêk û pakiya civakê, pêşîgirtina li sûcan, parastina maf û azadiyên kesên din, parastina ewlehiya giştî, pêşîgirtina li bûyerên tûndkariyê.
Biryar li gorî Qanûna Herêmên Ewlekariyê û Herêmên Qedexekirî yên Leşkerî ya bi hejmar 2556 û Qanûna 11emîn ya Rêveberiya Bajarî ya bi hejmar 5442an hatiye girtin.
Qedexe di 27ê Kanûna Pêşiyê de dest pê dike wê heta 10ê Kanûna Paşiya 2024an bidome.
(TY/AY)