Dr. Perwîz Cîhanî di encama xebat û lêkolên xwe de pirtûkek amade kiriye ku tê de “Dubeytiyên Baba Tahirê Hemedanî” hene. Li gorî Cihaniyî, hin helbestên heta niha dihate gotin yên Baba Tahirî ne ne yên wî ne û hin helbestên wî hene li ser navên hin kesên din hatine nivîsîn.
Perwîz Cîhaniyî di encama lêkolînên xwe de helbestên ku dibêje yên Baba Tahirê Hemenadiyî bi xwe ne, kiriye kurmancî û ew di pirtûkê de bi cih kirine.
Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka navborî çap kiriye.
Edîtorê malpera Diyarnameyê Cemîl Ogûzî ji bo vê mijarê bi Dr. Perwîz Cihaniyî re axiviye.
Em beşeke ji vê hevpeyvînê diweşînin:
Mamoste ji bo kurmancîkirina dubeytiyên Baba Tahir siheta te xweş. Tu bixwazî em ji vê dest pê bikin: Giraniya Baba Tahir di nav helbesta kurdî de çi ye?
Giringîya Baba Tahir ew e ku em kurd wî yekemîn kes dizanin ku bi kurdî helbest nivîsiye. Lê ya rast ew ne yekemîn kes e ku bi wî zaraveyî û bi şêwe û teşeyê helbest nivîsiye. Ji teşe û celebê helbestên Baba Tahir re Fehlewîyat/pehlewîyat dibêjin. Pehlewîyat ji wan helbestan re dihat û tê gotinê ku li navçeya Pehleyê bi zarave û devokên xweciyî û ne bi zimanê Derî/Farsî dihatin gotinê. Pehle navê navçe û bajarên rojava û bakurrojavaya Îranê (Cîhên ku îro kurd tê de dijîn) bûye û ji zimanê xelkê wan navçeyan re zimanê Pehle gotine, ku li dû re li jêr kartêkirina zimanê erebî peyva pehel bûye fehle û ji hemû helbestên ku bi zimanê Pehleyê hatine nivîsîn û gotinê ra fehlewîyat gotine. Helbestên Baba Tahir dikevin nava vê celeb û parvekirinê.
Te got “Ew ne yekem kes e bi vê zaravayê nivîsiye” Kî ye ew yekem kes? Yan gelek hene?
Bi Fehlewî gelek kesan nivîsiye, niha hin tişt ne zelal in. Em vê meseleyê niha tevlihev nekin baştir e.
Baş e. Wekî gelek şexsiyetên kurdan ên dîrokî em nizanin Baba Tahir jî kengê hatiye dinê. Dest ji rojbûna wî berde, sala hatiye dinê jî em baş nizanin. Di dema xebata li ser Baba Tahir de tu gihîştî kîjan baweriyê ji bo salbûna wî? Ew kengê hatiye dinê, kengê miriye?
Mixabin li ser sala jidayîkbûna Baba Tahir newekhevî û dijayetî di nîveka nivîskar û lêvekolan de heye. Em dizanin ku di nav civakên rojhelatî de kesayetiyên xudan nav û seng zû dikevin nav efsaneyan û gel gelek çîrok û derewok û efsaneyan li ser çêdikin. Li ser Baba Tahir jî gelek çîrok hene. Yek ji wan çîrokan çîroka dîdara wî û Tu’xrulê Selcoqî ye ê ku sala 447 koçî bûye. Lê gelek kesan ew dîrok nepejirandine. Em bi giştî dikarin bêjin Baba Tahir li sedeya pêncê hicrî de jiyaye, lê rojbûn û rojemerg û salemerga wî nedîyar in.
Ger tu Baba Tahir bi me bidî nasîn... Baba Tahir kesek çawa bû? Ji aliyê siyasî, fikrî, bawerî, jiyanî ve... Tu dikarî çi bêjî?
Çawa li bersiva pirsa duyem de hat, Baba Tahir têkelî efsaneyan bûye. Çu agahdariyên hişpejîr û tekûz bi nivîskî li ser jiyana wî ya kesînî negehîştiye destê me. Gelek kesayetiyên ferhengî em dikarin bi rêka berhemên wan li xû, xide û akar û kirdarên wan agahdar bibin. Ya Baba Tahir di vî alî de jî alozîyên mezin hene. Lewre ku hem gelek ji helbestên wî bi navê kesên dî hatine weşandinê û hem jî gelek helbestên kesên dî bi navê wî di nav dubeytiyên wî de cîh digirin. Gava ku mirov van dubeytiyan dixwîne û lê hûr û kûr dibe, mirov rastî çend cur bîr û baweriyên dijber û newekî hev dihêt. Di hindek ji dubeytiyên di nav dubeytiyên wî de, em dibînin ku Baba li ser pêxemberê îslamê û li ser dîn û dîndariyê nivîsîye. Di hindekan de ew arif û evîndar e. Di hindekan de derwêş û gerok û dilbirîndar e. Ca evê hindê jî we lê kiriye ku nasîna kesayetiya rasitîn ya Baba Tahirê jî bi başî neyête zanînê.
(CO/FD)