DYA. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor zanyariyên ku duh êvarê hatiye belav kirin, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 127 kes mirine û 3 hezar û 977 kes jî bi Covîd-19ê ketine.
Her weha li Tirkiyeyê heta niha 86 hezar û 306 kes bi vîrusê ketiye û 2 hezar û 17 kes jî pê miriye.
Li tevahiya cîhanê heta niha hejmara kesên ku bi Covîd-19ê ketine gihaştiye 2 mîlyon û 409 hezar 826an û 165 hezar û 109 kes jî mirine. Li piştî DYA, Îspanya, Îtalya, Fransa, Almanya û Îngilistanê di rêjeya pêketên vîrusê de Tirkiye 7em welate. Li piştî Tirkiyeyê jî welatê Çînê tê.
Îtalya
Li Îtalyayê li gor daneyên hatine eşkere kirin, ku roja yekşemê 433 kes ji ber virusa Covîd-19ê mirine û 3 hezar û 47 kes jî bi wê vîrusê ketine. Her weha di nav hefteyek da cara yekeme hejmara miriyan ya rojane li welatî dikeve.
Li wî welatî 6 hefteye karantîna didome hejmara mirî û nexweşan her diçe kêmtir dibe lê li gor nîqaşên tên kirin ev hejmar keme.
Li Îngilistanê dixwazin rojane 100 hezar testan bike
Li Îngilistanê hejmara kesên ji ber virusa Covîd-19ê mirine ji 16 hezarî derbas bûye. li wî welatî dixwazin rojane 100 hezar testan bike. Welatên ku herî zêde vîrusê lê bandor kiriye yek jê Îngilistanê û li tevahiya cîhanê di rêza 5em de ye.
Li DYAyê ji dijî banga "li mal dernekin" xwepêşandan pêk hatiye
Li Washingtona paytexta DYAyê welatî li derdora avahiya Kongre yê ya bi navê Capitolê kom bûne û li dijî banga walîyê Washingtonê xwepêşandan pêkanîne. Her weha Jay İnslee, Waliyê Washingtonê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa Covîd-19ê de bang li welatiyên eyaleta Olympiayê kiriye û gotiye, heta 4ê Gulanê "li mal dernekin"
Di gel vîrusê li Îsraîlê xwepêşandanên li dijî Netanyahû didome
Li Îsraîlê li gel hebûna vîrusê xwepêşandanên li dijî Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê wî welatî didome.
Partî û kesên muxalîf ji ber ku derbarê Netanyahûyî de doza gendeltiyê hatiye vekirin, naxwazin ew bibe Serokwezîr li meydana Rabîn a Tel Avîvê xwepêşandan pêkanîne.
Xwepêşanderan ji ber Covîd-19ê di xwepêşandanê de bi 2 metreyan ji hev dûr sekiniye.
Her weha ji 2 hezarî zêdetir kes tevlî xwepêşandanê bûne.
Rewşa dawî ya testên Covîd-19ê
Hejmara nexweşên Covîd-19ê li gor hejmara testan diguhere. Ji ber vê em ji hejmara rast ya nexweşan dûr in.
Heta niha test herî zêde li DYAyê hatiye çêkirin. Li wî welatî nêzîkî milyon û 400 hezar test hatiye çêkirin û hejmara nexweşan ji 245 hezarî derbas bûye.
Koreya Başûr û Almanya bi zêdekirina hejmara testan dixwazin hejmara nexweşan zêdetir tespit bikin. Jens Spahn, Wezîrê Tenduristîyê yê Almanyayê eşkere kiriye, ku ew dikarin di heftê de 300-500 hezar testan bikin.
Li Fransa, İngilistanê û Îranê encama testan ê pozîtîv ji sedî 20î derbas bûye. Li van welatan bi tenê nexweşên giran têstên wan li nexweşxaneyê tên kirin. (PT/AY/FD)