Koşka Spî, Washington. Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li tevahîya cîhanê ji saetên vê sibeha pê ve hejmara kesên ku bi vîrûsa Covid-19yê ketine geyîştîye 860 hezar û 184an û hejmara mirîyan jî zêdetirî 41 hezarî ne.
Herweha li tevahîya cîhanê hejmara nexweşên ku tedawîya wan encam dane û çak bûne jî zêdetirî 176 hezarî ne.
Îtalya niha di rêjeya mirinên bi vê vîrusê da li ser asta cîhanê di pileya yekem de ye û heta niha nêzîkî 12 hezar û 428 kes li wî welatî bi vîrûsa COVID-19yê mirine. Li piştî Îtalyayê, Îspanya bi mirina 8 hezar û 269 kesan di pileya duyem da ye û DYA jî bi 3 hezar û 431 kesan sêyem e.
Herweha DYAyê di rêjeya mirinên bi vîrûsê de Çîn li piştî xwe hêştîye. Li Çînê heta niha 3 hezar û 305 kes ji ber vîrusa Covîd-19yê mirin e.
Li Brîtanyayê hejmara kesên ku ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirine îro bi zêdebûna 393 kesan ve geyîştîye 1801an.
Fransa
Jerome Salomon, Rêvebirê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê dîyar kirîye, ku di 24 saetan de hejmera kesên ku bi vîrusa Covîd-19yê ketine bi zêdebûna 7 hezar û 578 kesan va geyîştîye 52 hezar û 128 kesan.
Salomonî di daxuyanîya xwe da eşekere kirîye û gotîye, ku di 24 saetên dawî de hejmara kesên ku ji ber vîrûsê mirine bi zêdebûna 499 kesan ve derketîye 3 hezar û 523an, hejmara nexweşên ku tedawîya wan encam dane û çak bûne jî geyîştîye 9 hezar û 444 kesan. Herweha hejmara kesên ku di bin tedawîya giran da ne derketîye 5 hezar û 565 kesan.
Ji %60ê kesên ku di bin tedawîya giran da ne temenên wan di nava 60-80 da ne
Li Polonyayê derketina derve ya zarokan hatiye qedexekirin
Hukumeta Polonyayê biryar stendîye êdî zarok nikarin bê dê û bavê xwe derkevin derve.
Li Polonyayê ji 4 Adarê heta niha hejmara kesên bi vîrusa Covîd-19yê ketine geyîştîye 2 hezar û 215an û hejmara mirîyan jî derketîye 32an. Herweha li Polonyayê yekem nexweş di 4ê Adarê de hatibû tespîtkirin.
Li Îtalyayê ji bo rêzgirtinê al heta nîvî hatîye daxistin
Bi banga Yekitîya Şaredarîyên Îtalyayê li hemû dem û dezgeyên wî welatî duh di saet 12an da ji bo rêzgirtinê al heta nîvî hatîye daxistin û xulekek jî ji bo kesên ku bi vîrusê mirine rêz girtine.
Li Uruguayê perwerde hatîye rawestandin
Li Uruguayê heta niha kesek ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirîye û li piştî vê li tevahîya wî welatî perwerde hatiye sekinandin. Li sazîyên taybet û yên dewletê saetên karkirinê hatîye kêm kirin.
Herweha Uruguayê welatê Amerîkaya Başûre, nêzîkî 3,5 mîlyon kes lê dijî.
Li Gurcistanê hêzên ewlekarîyê pişkinîna hatûçûnê dikin
Li Gurcistanê vê sibehê di saet 08:00an de hêzên ewlekarîyê dest bi kontrolkirina hatûçûna nav bajaran kirine.
Her weke bajarên din li pêş bajarê Tîflîsê jî leşker pişkinîna hatûçûnê dikin û wesayîtên ku zêde rêwîya digrinê radiwestîne. Herweha ekîbên tenduristîyê jî li xalên kontrolkirinan amade ne.
Li Brîtanyayê hejmara mirîyan geyîştîye 1801 kesan
Li Brîtanyayê hejmara kesên ku ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirine bi zêdebûna 393 kesan va geyîştîye 1801an. (PT/AY/FD)