Rûsya. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li seranserê cîhanê heta niha 4 milyon û 354 hezar û 545 kes bi nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê ketine. Hejmara miriyan gihîştiye 293 hezar û 33 kesan.
Li tirkiyeyê test ji bo milyon û 440 hezar kesan hatiye kirin. 141 hezar û 475 kes bi nexweşiyê ketine û 3 hezar û 894 kes mirine.
Almanya û Estonyayê daxwaza agirbestê kirine
Piştî ku li cihên ku şer û pevçûn lê hene banga agirbestê ya piştî Covid-19ê nehate pejirandin, Almanya û Estonyayê pêşniyaznameyeke nû pêşkêşî Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (LENY) kirine.
Her du welatan xwestine ku ji bo têkoşîna li dijî nexweşiyê encam bigire, li wan cihên ku şer û pevçûn lê hene agirbest werin ragihandin. Li gorî metna ku AFPyê bi dest xistiye, bi giştî ji bo 20 welatan agirbest hatiye xwestin.
Kolombiya
Ji ber nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê li Kolombiyayê pirsgirêkên xizmetguzariya tenduristiyê derketine holê. Li Bogotayê, paytexta Kolombiyayê fabrîkayek doşekên kartonî ên nexweşxaneyan çêdike ku paşê dibin tabût.
Ev döşek bi qasî sedyekê ne lê ji sedyeyê siviktir e û dikare 150 kîlogramî hilgire.
DYA
Endamên koma ‘ReOpen NC’ li bajarê Raleighê yê eyaleta Karolinaya Bakurî bergirî protesto kirine.
Demokratan pêşnûmeyek peşkeşi Meclîsa Nûneran kiriye ku li gorî vê pêşnûmeyê wê alîkariya darayî ba malbat, eyalet û pisporên bandoreke neyênî ya nexweşiyê li ser aboriya wan bûye, bê kirin.
Lê nayê pêşbînîkirin ku pêşnûme li Senatoyê were qebûlkirin. Ji ber ku li Senatoyê hejmara Komarparêzan zêdetir e.
Bosna Hersek
Li Bosna Hersekê tedbîr gav bi gav tên rakirin. Duh biryar hatibû grtin ku cafe û hin xwaringeh werin vekirin. Gelek kes piştî vê biryarê çûne van deveran.
Li welêt heta niha 117 kes ji ber nexweşiyê mirine.
Rûsya
Heta niha li Rûsyayê 232 hezar kes bi koronavirusê ketine. 2 hezar û 116 kes jî mirine.
Ji 12ê Gulanê û pê de li nava taksiyan, bas û metroyan, li kargehan, market û cihên qerebalix bikaranîna maske û lepikan mecbûrî ye.
Îspanya
Di 24 saetên dawiyê de 176 kesên din mirine. Hejmar bi giştî bûye 26 hezar û 920.
Li Qada Çepê ya li paytext Madrîdê kesên ku ji ber nexweşiya koronayê mirine, hatine bibîranîn. Isabel Diaz Ayuso, Seroka Rêveberiay Xweser a Madrîdê jî beşdarî bernameyê bûye.
Endonezya
Ji ber nexweşiyê tedbîrên berfireh berdewam dikin. Li Balafirxaneya Navnetewî ya Soekarno Hattayê seferên balafiran dîsa destpê kiriye. Ev der li bajarê Tangerangê ye ku li rojhilatê paytext Cakartayê ye. (PT/FD)